Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê destûra nû got, “Ev deynê stûyê siyaseta Tirkiyeyê ye”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro di salvegera 158an a damezirandina Danistayê û Roja Daraza Îdarî de axivî.
Erdogan li ser nîqaşên destûra nû peyamên girîng dan û got, "Rakirina vî eybê, deynê stûyê siyaseta Tirkiyeyê ye."
Erdogan di merasîma li avahiya Danistayê de bal kişand ser rola daraza serbixwe û bêalî ya di dewleta hiqûqê de û got:
"Pênaseya herî giştî ya dewleta hiqûqê ew e ku dewlet bi hemû sazî û organên xwe di nava hiqûqê de bimîne û bi hiqûqê zindî bibe."
"Me têlên strîdar ên di navbera gel û komarê de rakirin"
Erdogan bal kişand ser reformên salên dawî û got ku bi Pergala Hikûmeta Serokkomariyê îradeya milet rasterast di birêvebirina dewletê de bûye diyarker û wiha domand:
“Me ew têlên strîdar ên ku di navbera gel û komarê de hatibûn kişandin, rakirin û avêtin.
Bi taybetî bi Pergala Hikûmeta Serokkomariyê me wisa kir ku îradeya milet bêyî navbeynkar di îdareya dewletê de bibe diyarker."
Erdogan eşkere kir ku dê ji bo zêdekirina karîgerî, zelalî û hesabdayînê reform bidomin.
Wî da zanîn ku ji bo xurtkirina daraza îdarî hejmara dadgehan hatiye zêdekirin û bi karkirina pergala îstinafê re barê karê Danistayê sivik bûye.
"Desthilata wesayetê ya darazê nîne"
