Hewlêr (Rûdaw) – Şandeya CHPyê û DEM Partî li ser
hilbijartina navber civiyan.
Şandeyeke Partiya Gel a Komarî (CHP) li Parlamentoya
Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir.
Mijara sereke ya hevdîtinê daxwaza "hilbijartina
navber" bû.
Serokê Wekîl ê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin piştî hevdîtinê
axivî û got, "Ti kes bi reva ji sandoqan nikare bigihîje ti cihan."
Banga hilbijartina navber
Hat zanîn ku di civînê de daxwaza CHPyê ya ji bo
hilbijartina navber hatiye gotûbêjkirin.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt hat dayîn.
Gokhan Gunaydin da zanîn ku li gorî hilbijartina 3 sal berê,
niha li Parlamentoyê gelek kursiyên parlamenteran vala bûne.
Gunaydin banga xwe ya ji bo hilbijartina navber ducare kir.
"Pêwîst e em pirsgirêkan bi vîna milet çareser
bikin"
Gokhan Gunaydin bi bîr anî ku dikare li Parlamentoyê ji bo
hilbijartina navber biryar were dayîn.
