Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA), bi awayekî serkeftî çar astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).
Beriya niha astronotekî stasyonê nexweş ketibû û 7ê meha borî li gel 3 hevkarên xwe vegeriyabû ser rûyê erdê. Şandina van çar astronotan ji bo dagirtina cihê wan bû.
Tîma Navneteweyî ya bi navê "Crew-12" ji Floridayê hat şandin.
Keştiya wan a bi navê "Dragon" a ku ji aliyê SpaceXê ve hatiye çêkirin, bi mûşeka "Falcon 9" a heman kompanyayê ji Cape Canaveralê ber bi stasyona fezayê ve hat şandin.
Falcon 9 bi çend çirkeyan piştî avêtinê, di asmanekî zelal de ber bi jor ve bilind bû.
Keştiya Dragonê bi awayekî asayî ji beşa dehfder (booster) a mûşekê veqetiya.
Tîmê dema ku geşta wan a ber bi stasyona fezayê ve berdewam dikir, di nav keştiya fezayê de çavdêriya sîsteman dikir.
Nêzîkî 24 saeta bi şûn de, kapsula Dragonê nêzî stasyonê bû û bi baldarî xwe ji bo qonaxa (docking) pêvegirêdanê amade kir.
Çirayên nîşander ên sor û kesk diberiqîn, dema ku kontrolên teknîkî bi berdewamî dihatin kirin.
