Hewlêr (Rûdaw) - Hesen Şerîf berhemeke nû ya bi navê "Îsê Dela" wekî klîp belav dike.
Îsê Dela kesayetiyekî diyar û şêwirmendê Behram Paşayê Duyem bû ku ji sala 1714an heta 1768an Mîrê Mîrektiya Badînanê bû.
Hunermend Hesen Şerîf li ser naveroka berhemê ji Rûdawê re ragihand:
"Berhem behsa Îsê Dela û Mîrê Amêdiyê dike bê ka çawa jiyane.
Mirov bi rêya vê helbestê herêma xwe û kesayetiyên din nas dike."
Helbesta vê berhemê ji aliyê helbestvan Edîb Çelkî ve hatiye nivîsandin û Kamîran Bêtasî karê derhêneriya wê kiriye.
Klîp li cihên dîrokî û şûnwarên Amêdiyê hatiye girtin.
