Dihok (Rûdaw) - Bi raxistina xalîçeya sor û bi amadebûna endamên juriyê, lîstikvan û derhênerên beşdar, Festîvala 12emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê dest pê kir.
Xûla îsal a festîvalê bi fîlmeke Kurdî yê bi navê "Mamê min Jens" (My Uncle Jens) dest pê kir.
Fîlm di warê komedî-dramayê de ye.
Çîroka fîlmê behsa ciwanekî Kurd dike ku ji Ewropayê vedigere Kurdistanê da ku dayîka xwe bibîne.
Derhêner Birwa Wehabpûrê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye li Norwecê dijî li ser fîlma xwe got:
"Ji bo me cihê serbilindiyê ye.
Berê kurtefîlmên min li vir hatibûn nîşandan lê mixabin ez li vir bûm.
Ev cara yekem e ku ez bi fîlmekê li vir im û dikarim nîşan bidim û li ser biaxivim."
Lîstikvanê sereke yê fîlmê Peyman Ezîzpûr derbarê beşdariya di fîlmê de ji Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Tiştekî ku di wî karakterî de ji bo min gelekî girîng bû, ew bû ku Kek Birwa behsa wê serdemê kir ku ji bo wî çend zehmet e.
Wekî ku tu bibêjî ji ber ku penaber e û ji zaroktiyê ve li Norwecê mezin bûye, nasnameya xwe bide nasîn.
Dixwaze xwe ji çanda Norwecê û ji Norwecê cuda bike."
Di Festîvala Fîlman Dihokê de 110 fîlm ji 37 welatên cuda tên nîşandan.
