Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê sê roj in li pey hev zêde dibe û nêzîkî 79 dolaran bû.
Sedema bilindbûna bihayê petrolê, fikarên li ser qutbûna veguhastina petrolê ya li Tengava Hurmizê û dijwarbûna şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ye.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur, îro piştî vebûna bazarên Asyayê, dolarek û 13 sentan zêde bû.
Her bermîla petrola brent bi 78 dolar û 83 sentan hat firotin.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur roja bi 82 dolar û 37 sentan vebûbû lê piştî çend demjimêran daketibû.
Petrola Teksasê jî biha bû
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî îro 74 sentan zêde bû û bi 71 dolar û 97 sentan hat firotin.
