Hewlêr (Rûdaw) - Îro 6ê Adara 2026an e, 7 roj bi ser êrişa leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê re derbas bûn.
Encamên aborî li Rojhilata Navîn bi lez û bez zêde dibin û niha bandora vî şerî ji Kendavê heta Misirê û welatên din ên herêmê û cîhanê tê hîskirin.
Stratejiya bersivdanê ya Îranê eşkere ye. Binesaziya aborî ya welatên Encumena Hevkariyê ya Kendavê û hevpeymanên Amerîkayê yên li herêmê, ji bo kêmkirina guvaşê bûne armanc.
Ji rawestandina kargehên gazê yên Qeterê heta bi şewata li refîneya Ras Tenûreyê ya Erebistana Siûdî û êrişa li ser Bendera Cebel Eliyê ya li Dubeyê, ev şer bûye bûyera herî mezin a jeopolîtîk a ku rûyê xwe daye herêmê.
Şerê Aborî yê Îranê
Îran ku nekariye di asmanan de rûbirûyî êrişên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê bibe (tê de Îsraîl îdia dike ku ji sedî 80yê sîstema parastina asmanî ya Îranê têk biriye) stratejiya xwe guherandiye û kiriye şerê aborî.
Supaya Pasdaran gefa lêdana "hemû bajarên mezin ên aborî yên herêmê" dixwe.
Mesrefa 100 demjimêrên ewil ên operasyonê (Hêrsa Mîna Destanê) bi tenê bi 3,7 milyar dolaran tê texmînkirin, ango rojane 891 milyon dolar e.
Tengava Hurmuzê; Şahdemara girtî ya cîhanê
Tengava Hurmuzê di roja heftemîn de bi pratîkî ji çûn û hatina bazirganiyê re hatiye girtin. Çûn û hatina keştiyan daketiye pêncyeka asta beriya şer.
Keştiyên asêmayî: Zêdetirî 150 keştiyên barhilgir li deriyên tengavê rawestiyane.
Petrolê windabûyî: Cîhan rojane nêzîkî 20 milyon bermîlên petrolê ji depoyên yêdega stratejîk bi kar tîne ku ev yek nikare ji çend hefteyan zêdetir bidome.
Îraq û Kuweyt: Cihê depokirinê yê Îraqê ber bi xelasbûnê ve diçe û neçar maye ku hilberînê kêm bike. Kuweyt jî tenê ji bo du hefteyên din cihê wê yê depokirinê heye.
Bandora li ser welatan
Îmarat: Aboriya cîhanî di bin êgir de ye
Îmarat yek ji wan welatan e ku herî zêde zerer dîtiye çimkî Îranê modela aboriya vekirî ya vî welatî kiriye armanc.
Sektora enerjiyê: Termînala sotemeniyê ya Musafayê ya li Ebû Dabiyê û termînala Fuceyreyê ya li berava rojhilat bûn armanc.
Bender û balafirgeh: Bendera Cebel Eliyê hatiye bombekirin. Zêdetirî ji sedî 70yê geştên asmanî yên Îmaratê hatine betalkirin û hêla asmanî ya Îmaratê û Fly Dubai geştên xwe rawestandine.
Binesaziya dîjîtal: Di dîrokê de cara ewil, navenda datayan a (Amazon Web Services) li Dubaiyê ji ber êrişên Îranê zerer dîtiye.
Qeter: Dêwê gazê seqet maye
Tevahiya modela aborî ya Qeterê ku li ser gazê hatiye avakirin, ew jî ketiye ber êrişan.
Rawestandina hilberînê: Kompanyaya Qatar Energy piştî ku kargehên wê yên li Ras Lafan û Mesaîd bi dronan hatin bombekirin rawestandina tam a hilberîna gaza şilkirî (LNG) ragihand.
Bandora cîhanî: Bihayê gaza xwezayî li Ewropayê bi lez ducare bilind bû, berî ku derdora 48 euroyan ji bo her megawatekê di demjimêrekê de cihgir bibe.
Erebistana Siûdî: Aramco di bin êrişê de ye
Erebistana Siûdî wekî mezintirîn hinardekarê petrolê li cîhanê rasterast hatiye armanckirin.
Rafîneya Ras Tenûreyê: Yek ji mezintirîn parzûngehên cîhanê ji ber şewata ku encama êrişa dronî bû karên xwe rawestand.
Helwesta Riyadê: Erebistana Siûdî êriş şermezar kirin lê heta niha bi awayekî fermî neketiye nav şer.
