Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Gumrika Îraqê biryar da ku ji bo 3 mehan rê bê dayîn xurek û derman di Deriyê Îbrahîm Xelîlê yê Herêma Kurdistanê re werin hawirdekirin.
Lê belê divê rêkarên radestkirina gumrikê pêşwext bin û paşê dan û standinên darayî werin paqijkirin.
Li gorî gotina birêvebirê şîrketeke veguhastinê, ev pêngava Bexdayê ji bo rizgariya ji bandorên girtina Tengava Hurmizê ye.
Biryar ji bo 3 mehan e
Birêvebirê Giştî yê Desteya Giştî ya Gumrika Îraqê Samer Qasim Dawud, îro (9ê Adara 2026an) ji Rûdawê re axivî.
Samer Qasim Dawud ragihand ku desteya wan biryar daye derman û xurekên ku di Deriyê Îbrahîm Xelîlê re tên hawirdekirin dê li gorî sîstema gumrika pêşwext bin.
Samer Qasim diyar kir ku dê ev biryar heta 31ê Gulanê di pratîkê de be.
Wî da zanîn ku ev rêkar dê mîna hemû deriyên din ên sînorî yên Îraqê were bicihanîn.
Birêvebirê Desteya Giştî ya Gumrikê destnîşan kir ku ev biryar di çarçoveya rêkxistina pêvajoya hawirdekirinê û bihêzkirina şiyana rêkarên gumrikê de ye.
Li gorî biryarê, gumrik û emaneta darayî ya bacê beriya hewalekirina dolaran a ji bo hawirdekirina kel û pelan tê radestkirin.
Vî pereyî dê bixin hesabê bankê yê Desteya Giştî ya Gumrikê û Desteya Giştî ya Bacê.
Sîstema ASYCUDAyê
Hikûmeta federal a Îraqê 25ê Çiriya Paşîn a 2025an li deriyên sînorî dest bi sepandina rêkarên gumrika pêşwext kir.
Li gorî vê sîstemê, divê bazirgan gumrik û baca kel û pelên xwe yên hawirdekiri pêşwext radest bikin.
Her wiha divê bazirgan bi rêya Sîstema ASYCUDAyê kodekê wergirin da ku destûr ji wan re were dayîn kel û pelên xwe di deriyên sînorî re derbas bikin.
