Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Îranê derfetê nade ku petrol erzan bibe û bihabûna wê didome.
Îro bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur ducare ber bi bilindbûnê ve çû û bermîl bi ser 112 dolaran ket.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî ji 98 dolaran derbas bû.
Li bazarê bermîleke wê bi 98 dolar û 35 sentan hat kirîn û firotin.
Çavê bazirganan li Amerîkayê ye
Bazirganên petrolê li benda gavên Amerîkayê ne.
Amerîkayê berê eşkere kiribû ku ew dê navendên enerjiyê yên Îranê bike hedef.
Îranê jî gefa lêdana binesaziya enerjiyê ya welatên Kendavê xwaribû.
Ji ber vê yekê, bazirgan dixwazin zanibin bê ma dê bersiva Îranê çi be.
Divê were gotin ku piştî destpêkirina şerê Îranê, bihayê petrola brent gihîştibû 120 dolarî.
