Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro piştî vebûna bazarên Asyayê biha bû.
Îro bihayê bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur dolarek û 13 sentan bilind bû û bermîl bi 103 dolar û 35 sentan hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî dolarek û 8 sentan bilind bû û bermîlek bi 91 dolar û 40 sentî hat firotin.
Nakokiyên Amerîka û Îranê û bandora wan a li ser bazarê
Bazirganên petrolê çavê xwe dane ser îhtimala rawestandina şer û encamên dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de.
Doh bihayê petrola brent û yê petrola sivik a Teksasê ji sedî 2 daketibû.
