Stenbol (Rûdaw) - Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de û girtina Tengava Hurmizê, bermîleke petrola brentê heta 101 dolarî biha kir.
Ev rewş li Tirkiyeyê jî bandoreke mezin li bihayê sotemeniyê dike.
Ji ber vê yekê, di nava meha dawî de 12 caran tabelayên benzînxaneyan hatin guhertin.
Li Tirkiyeyê di nava 2 rojan de mazot û benzîn biha bû û pişt re daket.
Herî dawî 24ê Adarê lîtreya mazotê 6,58 lîreyên Tirkî biha bû.
Li hinek bajaran bihayê lîtreya mazotê gihîşt 80 lîreyî lê piştî ku petrol daket 96 dolarî, şeva 25ê Adarê li Tirkiyeyê jî bihayê sotemeniyê daket.
Mazot bi 3,72 lîreyan e û benzîn jî 55 quruşan erzan bû.
Li Stenbolê ji 25ê Adarê ve lîtreya mazotê bi 74 lîreyan û lîtreya benzînê jî bi 62,50 lîreyan tê firotin.
Bandora pêşhatên jeopolîtîk
Pêşhatên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn, dibin sedem ku li Tirkiyeyê hefteyê 2-3 caran benzîn û mazot biha bibin.
Herî dawî 24ê Adarê lîtreya mazotê bi qasî 6,58 lîreyan û lîtreya benzînê jî bi qasî 93 quruşan biha bûn.
Lîtreya mazotê li hinek bajaran gihîşt 80 lîreyî.
Karkerê tenduristiyê Tekîn Aslan li ser rewşê got:
“Par van deman min depoya otomobîla xwe bi 2 hezar lîreyên Tirkî tije dikir lê niha bi 3 hezar lîreyî tije dibe.
Ez nizanim dê ev rewş heta kengî bidome lê bi rastî jî rewş gelekî xirab e.
Jixwe ez êdî wekî berê bi otomobîla xwe naçim û nayêm.
Ez tenê dema karê min hebe lê siwar dibim.
Berê ez bi otomobîlê diçûm kar û dihatim.
Dema benzîn biha dibe em jî hesabê xwe li gorî wê dikin.”
