Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Amerîkayê agirbesta li gel Îranê dirêj kir, bihayê petrolê daket bin 100 dolarî.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrolê destpêkê nêzîkî dolarekî bilind bû.
Lê belê piştî çend saetan, ji ber biryara dirêjkirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de berê bihayê petrolê guherî û daket.
Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 21 sentan daket û bermîlek bi 98 dolar û 27 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê bermîla petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 28 sentan daket û bû 89 dolar û 39 sent.
Divê were gotin ku roja sêşemê bihayê her du cureyên petrolê bi rêjeya ji sedî 3 bilind bûbû.
