Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ev du meh in didome û dîplomasî asê maye.
Li hemberî vê yekê pêngaveke nû ji Washingtonê hat.
Li gorî medyaya Amerîkayê, Donald Trump ji bo zêdekirina zexta li ser Îranê fermana berfirehkirina dorpêça deryayî daye.
Stratejiya nû armanc dike ku li şûna destwerdana leşkerî, bi rêya felckirina aboriyê Tehranê neçarî paşvekişînê bike.
Bijardeyên leşkerî hatin rawestandin
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê ku disipêre çavkaniyên Koşka Spî, Trump bijardeyên wekî “bombebarankirina ji nû ve” an jî “vekişîna temamî” rîskdar û bimesref dîtin.
Li şûna wê, wî tercîh kir ku çarçoveya dorpêça deryayî ya heyî berfireh bike.
Di vê çarçoveyê de Birêvebiriya Washingtonê armanc dike ku trafîka benderên Îranê û bi taybetî hinartina petrolê bi temamî rawestîne.
Armanc ew e ku aboriya Tehranê ji cîhana derve îzole bike û zextê derxîne asta herî jor.
Îstixbarat li rêyên derketinê digere
Divê were gotin ku tevgera leşkerî ya li qadê didome û yekîneyên îstixbaratê yên Amerîkayê jî bala xwe daye ser encamên siyasî yên pêvajoyê.
Li gorî Reutersê, bi taybetî beriya hilbijartinên navberê yên meha çiriya paşîn, senaryoyên ku dê guşara li ser birêvebiriya Trump kêm bikin li ser maseyê ne.
Di nav van senaryoyan de, îhtimala ku Trump “serkeftineke yekalî ragihîne” û ji herêmê vekişe derdikeve pêş.
Lê di raporên îstixbaratî de tê hişyarkirin ku dibe pêngaveke wiha ji aliyê Îranê ve wekî “destkeftiyekê” were dîtin û ji bo Washingtonê wekî lawazbûnekê were hesibandin.
Krîza "dorpêça dualî" kûrtir dibe
Aloziya ku li Tengava Hurmizê zêde dibe, bi pêngavên dualî veguherî krîzeke “dorpêça dualî” ku bandorên cîhanî derdixe holê.
Piştî operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên ku 28ê Sibatê dest pê kirin, pêvajo bi lez aloz bû.
