Hewlêr (Rûdaw) - Koma çekdar a li Îraqê ya ku xwe wekî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" dide naskirin, li ser êrişên xwe yên dawî daxuyaniyek belav kir.
Komê ragihand ku wan di rojekê de bi 31 êrişan baregehên Amerîkayê yên li Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê kirine hedef.
Hejmara êrişan gihîşt 291ê
Di daxuyaniya nivîskî ya wê rêxistinê de qala êrişên bi mûşek û dronan ên li ser baregehên Amerîkayê hat kirin.
Hat diyarkirin ku hejmara êrişên wan ên li ser baregehên Amerîkayê di nava 12 rojan de gihîştiye 291ê.
Her wiha di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku di encama wan êrişan de 13 Amerîkiyî mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê
