Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand ku di çarçoveya hevkariya stratejîk a navbera Îraq û Amerîkayê de, her du welatan biryar da ku komîteyeke bilind a hevbeş a koordînasyonê ava bikin.
Ev biryar piştî salên dûr û dirêj ên hevkariya siyasî, aborî û ewlehiyê tê.
Di wê heyamê de hewldanên hevbeş ên ji bo têkbirina DAIŞê gihîştin asta herî jor.
"Rêgirî li êrişên terorîstî"
26ê Adara 2026an, civîna yekem a vê komîteya bilind hat lidarxistin.
Di civînê de her du aliyên Îraqî û Amerîkî biryar da ku hevkariyên xwe yên ji bo rêgirtina li êrişên terorîstî xurttir bikin.
Her du aliyan piştrast kir ku nabe axa Îraqê wekî xala destpêkê ji bo ti cure destdirêjiyên li dijî gelê Îraqê, hêzên ewlehiyê û saziyên stratejîk ên welêt bê bikaranîn.
"Em Îraqê ji şerê herêmê dûr dixin"
Di daxuyaniya hevbeş de hat tekezkirin ku dê rê li ber her cure êrişên li ser karmendên Amerîkayê, şandeyên dîplomatîk û hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li ser axa Îraqê bê girtin.
