Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê li ser vekirina beşek ji qada xwe ya asmanî lêkolînan dike ku geştên asmanî bi awayekî sînordar dest pê bikin.
Ev hewildan piştî wê yekê tê ku zêdetirî mehekê ye ji ber aloziyên li herêmê asmanê Îraqê girtî ye.
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysem Safî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Îraqê dest bi lêkolînan kiriye ku li gorî pîvanên navneteweyî yên silametiyê, beşek ji asmanê Îraqê ku ji ber şerê li Îranê hatiye girtin veke.
Di civîna roja Sêşemê ya Encumena Wezîran a Îraqê de biryar hat dayîn ku di navbera aliyên sivîl û leşkerî de hevahengiyeke hûr were kirin.
Armanca vê hevahengiyê ew e ku dema rewşa ewlehiyê guncav bibe, geştên asmanî di dema herî nêzîk de dest pê bikin.
Astengî û cudahiya krîza niha
