Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê heta niha, li parêzgehên Îraqê 85 caran baregeh û xalên pişkinînê yên Heşdî Şebiyê hatin bombekirin.
Di encama van êrişan de 139 çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Herî zêde li parêzgeha Nînowayê êriş hatine kirin û lîwayên bi ser Ketaîbên Hizbulahê ve bûn armancên sereke.
Li aliyê din, komên çekdar îdia dikin ku wan jî 772 êriş kirine.
Ev êriş di maweyê 35 rojan de, yanî ji 28ê Sibatê heta sibeha 4ê Nîsanê hatine kirin.
Ev dîrok roja destpêkirina êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê ye.
85 caran hatin bombekirin
Li gorî amarên fermî yên ku Desteya Heşdî Şebiyê ya Îraqê belav kirine, ji 28ê Sibatê ve baregeh û xalên kontrolê yên hêzên cuda yên ser bi wê desteyê ve 85 caran hatine bombekirin.
Di encamê de 74 çekdar hatin kuştin û 65 çekdar jî birîndar bûn.
Di nav kuştiyan de birêvebirên û berpirsên operasyonên Heşdî Şebiyê jî hene.
Ev êriş bi piranî bi balafiran hatine kirin. Heşdî Şebî, Amerîkayê û Îsraîlê bi van êrişan tawanbar dike.
Her çi qasî Amerîkayê berê ragihandibû ku wê êrişî komên çekdar ên Îraqê kiriye jî, Îsraîlê heta niha li ser van êrişan ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
Armanca yekem: Ketaîbên Hizbulahê
Li gorî amarên Desteya Heşdî Şebiyê, di bombebaranan de zêdetirî 25 lîwayên ser bi wê desteyê ve hatine hedefgirtin ku ew lîwa ser bi komên cuda yên çekdar ve ne.
Di nava van 35 rojan de herî zêde êrişî lîwayên ser bi Ketaîbên Hizbulahê hatine kirin ku 9 caran hatine bombekirin.
Ji van êrişan 7 caran Lîwaya 45an û 2 caran jî Lîwaya 47an hatine hedefgirtin ku ev her du lîwa bi piranî li rojavayê Enbarê serdest in.
Ebas Hemîdawî Sekreterê Giştî yê Ketaîbên Hizbulaha Îraqê ye û di Parlamentoya Îraqê de bi navê faksiyona Hiqûqê 6 kursiyên wan hene.
Lîwaya herî zêde ya duyem a ku rastî êrişan hatiye Lîwaya 30î ya Heşdî Şebiyê ye ku 5 caran hatiye bombekirin.
