Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li Bexdayê ji ber ketina dronekê ya li ser xaniyekî 2 kes mirine.
Wezaretê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku li deverên cuda yên Bexdayê dron li ser hinek xaniyan ketine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Amiriyeyê dronek li ser xaniyekî ketiye û di encamê de 2 kes mirine.
Ziyanên êrişên asmanî
Li gorî daxuyaniyê, li Bexdayê li nêzîkî xaleke ewlehiyê di dema êrişeke asmanî ya li ser kampeke Heşdî Şebiyê de efserekî bi rutbeya serheng û 4 wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku tîm ji bo nehiştina cebilxaneyeke neteqiyayî ya ku li nêzîkî Huseyniyeya Îmam el-Muntezer ketiye hatine şandin.
