Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Samî Celal da zanîn ku Hewlêr û Bexdayê li ser pergala ASYCUDAyê li hev kiriye.
Samî Celal her wiha got, "Li gorî peymanê dê hemû yasa û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan werin girtin."
Şêwirmendê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Samî Celal ji Rûdawê re ragihand ku îro şandeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li ser pergala ASYCUDAyê gihîştine peymanekê.
Samî Celal her wiha anî zimên, "Di bicihanîna pergalê de hemû yasa û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan hatine girtin."
Roja yekşemê tê îmzekirin
Samî Celal got ku dê 12ê Nîsana 2026an li Hewlêrê di navbera her du aliyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de civînek bê kirin.
Celal Samî diyar kir ku roja din her du şande dê vegerin Bexdayê û li Encumena Aboriyê ya Îraqê peyman dê bi awayekî dawî were îmzekirin.
Şêwirmendê Wezareta Karên Navxwe Samî Celal ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve serperiştiya karên ASYCUDAyê dike, eşkere kir ku dê Birêvebiriya Giştî ya Gumrikê ya li Herêma Kurdistanê serperiştiya pergala ASYCUDAyê bike.
Yekxistina kar û barên gumrikê
Wezareta Darayiyê ya Îraqê di daxuyaniyekê de da zanîn ku bi serperiştiya Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samiyê, Bexda û Hewlêrê li ser yekxistina kar û barên gumrikê û bicihanîna pergala ASYCUDAyê li hev kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê zimanê Kurdî jî li pergalê were zêdekirin.
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye gotin, îro Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samiyê serperiştiya civîneke berfireh kiriye.
Civîn ji bo gotûbêjkirina reşnivîsa peymana bicihanîna pergala elektronî ya gumrikê (ASYCUDA) ya li Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin.
