Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê ji bo ku bazirganiya xwe ya li gel Tirkiyeyê bide ser rêya Sûriyeyê û neçarî deriyên Herêma Kurdistanê nemîne, li ser vekirina deriyê Rebîayê dixebite.
Birêvebirê Giştî yê Desteya Deriyên Sînorî yê Îraqê Samer Qasim Dawid ji Rûdawê re ragihand ku dê di vê mehê de deriyê sînorî yê Rebîayê (bi Sûriyeyê re) were vekirin.
Samer Qasim Dawid got ev derî dê bibe "vebijarkeke alternatîf" ji bo hinartin û hawirdekirina kel û pelan a ji bo Tirkiyeyê.
Samer Qasim Dawid diyar kir ku bikaranîna rêya Sûriyeyê bi şêwazê karkirina deriyên Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.
Dawid di berdewamiyê jî de got, "Eger deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bibin elektronîk û bi sîstema ASYCUDAyê ve werin girêdan, hingê pêdiviya me bi rêya Sûriyeyê nabe."
Ev daxuyaniya berpirsê Îraqî nîşan dide ku Bexda dixwaze zextê li Hewlêrê bike da ku deriyên sînorî bixe bin sîstema gumrika navendî ya Îraqê.
