Hewlêr (Rûdaw) - Îran daxwazê ji şirketên veguhastina deryayî dike ku baca wan keştiyên petrolhilgir ên di Tengava Hurmizê re derbas dibin bi Bitcoin bidin.
Îran hewl dide di maweya agirbesta du hefteyan de kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê biparêze.
Berdevkê Yekîtiya Hinardekarên Berhemên Petrol, Gaz û Petrokîmyayê ya Îranê Hemîd Huseynî ji rojnameya Financial Timesê re axivî.
Huseynî ragihand ku Îran dixwaze ji her keştiya petrolhilgir a ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe bacê bistîne û her yekê ji wan binirxîne.
"Îran lezê nake"
Huseynî got, "Pêwîst e Îran çavdêriya çûn û hatina li Tengava Hurmizê bike.
Ev yek ji bo piştrastbûna wê yekê ye ku ev du hefte ji bo veguhastina çekan nayên bikaranîn."
Hemîd Huseynî her wiha anî zimên, "Hemû kel û pel dikarin derbas bibin lê rêkarên ji bo her keştiyê demê dixwazin û Îran lezê nake."
Biryarên li ser mercên derbasbûna di Hurmizê re ji aliyê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê ve tên dayîn.
Derbasbûna keştiyan hat rawestandin
