Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li dijî biryareke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gilî tomar kir ku sala 1992yan hatiye dayîn û li ser milk û malên hikûmetê ye.
Li gorî bernameya rûniştinên Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê, rûniştina ewil a li ser vî giliyî dê 10ê Hezîranê were kirin.
Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê giliyê Serokwezîr û Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê kiriye.
Daxwaza betalkirina biryara 1992yan
Teyf Samiyê di giliyê xwe de xwestiye ku biryara bi hejmara 3326an a Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî "nedestûrî" were naskirin.
Ev biryar 24ê Çiriya Paşîn a 1992yan hatibû derxistin.
Li gorî giliyê, ew biryar li ser tomarkirina hemû milk û malên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser navê Wezareta Darayî û Aboriyê ye.
Berê ev milk li ser navê hikûmeta berê ya Îraqê û Encumena Cîbicîkar a desthilata Beasê bûn.
