Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Kar û Barên Civakî yê Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 7 hezar malbatên koçber ên ji deverên cuda yên Sûriyeyê, li Efrînê di 80 kampan de dimînin.
Berpirsê Kar û Barên Civakî yê Efrînê Îmad Nimê di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re amar û agahiyên nû yên li ser rewşa koçberan û malbatên ku nû vegeriyane eşkere kirin.
Îmad Nimê bal kişand ser kêmbûna alîkariyan û hewldanên wan ên ji bo dabînkirina stargehan.
Li gorî daxuyaniya Îmad Nimê, niha li herêma Efrînê nêzîkî 7 hezar malbatên koçber ên ji deverên cuda yên Sûriyeyê hene ku beşek ji wan li kampan dijîn.
Îmad Nimê li ser rewşa kampan got:
"Hejmara kampên li herêmê nîvî bi nîvî kêm bûye û niha 80 kamp mane.
Ev kamp zêdetir li navenda Efrînê, Cindirês û Şerayê ne.
Alîkariya ji bo van kampan hema bêje hatiye birîn.
Tenê hinek rêxistin hene ku alîkariyên bisînor ên mîna paketên paqijiyê belav dikin."
Nimê di berdewamiya axaftina xwe de qala zêdebûna hejmara malbatên ku vedigerin ser mal û milkên xwe kir û da zanîn:
"Hejmara malbatên ku nû vegeriyane herêma Efrînê û li cem me hatine tomarkirin gihîştiye 17 hezaran.
Ev malbat zêdetir ji Heleb û herêma Cizîrê vegeriyane."
Hewldanên ji bo sivikkirina barê malbatan
Nimê diyar kir ku ew hewl didin alîkariyên destpêkê yên wekî pêdiviyên derveyî xwarinê, alîkariya darayî ya rasterast û heqê kirêya xaniyan pêşkêşî van malbatan bikin ku barê wan sivik bibe.
Îmad Nimê li ser dabînkirina xaniyan a ji bo malbatên bêstargeh jî got:
"Nêzîkî 100 malbatên ku vê dema dawî vegeriyane û xaniyên wan nînin, me ew li gundê niştecihbûnê yê Yed El-Ewnê yê li navçeya Şerayê bi cih kirin û xanî ji wan re hatin dabînkirin."
Îmad Nimê ji Rûdawê re destnîşan kir ku ew niha bi hevahengiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dixebitin.
Armanca wan ew e ku ji bo malbatên dixwazin vegerin cih û warê xwe karwanên veguhastinê dabîn bikin.


