Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî got, “PDK pêşenga wekhevî û bihevrejiyanê ye.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha got ku divê ew wekî PDKyê xwe bi bipêşketinan re nû bikin
Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî peyamek bi helkefta 80 saliya damezirandina PDKyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser berpirsyariya neteweyî ya PDKyê kir û ew wekî pêşenga wekhevî û bihevrejiyanê bi nav kir.
"Wan ji bo azadiyê canê xwe da"
Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de Barzaniyê Nemir Mele Mistafa Barzanî û Pêşmergeyên qehreman bi bîr anîn û got:
"Di 80 saliya damezirandina partiya me PDKyê de, em bi rûmet Barzaniyê Nemir û hemû qehreman, şoreşger û Pêşmergeyên mêrxas bi bîr tînin. Wan bi bawerî û fedakarî ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe da."
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew serê xwe li ber canê pak ê şehîdan ditewînin û silavan ji malbatên wan re dişînin.
Wî ev bîranîn li Serok Mesûd Barzanî, serkirdatî, endam û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir.
"PDK ji nav xewn û daxwazên gel ji dayîk bûye"
Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku PDK beriya 80 salan wekî pêdiviyeke dîrokî ji nav xewn û daxwazên gelê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Armanca wê ew bû ku rêberiya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ber bi azadiyê ve bike.
Wî destnîşan kir ku PDK piştî 80 salên tijî qurbanîdan û destkeftiyên mezin, îro jî bi heman berpirsyariya dîrokî xebata xwe de didomîne.
Bi gotina wî armanca wê parastina destkeftiyên destûrî û anîna paşerojeke baştir e ji bo gelê Kurdistanê.
Pêşenga bihevrejiyanê
Alîkarê Serokê PDKyê bal kişand ser rola partiyê ya di nav civakê de û wiha axivî:
"Em tekezî li ser berpirsyariya neteweyî ya PDKyê dikin ku wekî pêşeng û dînamoya bihêzkirina wekheviyê, bihevrejiyan û civandina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve kar dike."
Li gorî gotinên Nêçîrvan Barzanî, PDK dê her tim destpêşxer be ji bo nehîştina astengiyan û guherandina wan ji bo derfetên xizmetkirina welêt.
"Divê em xwe bi bipêşketinan re nû bikin"
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de amaje bi nûbûn û bipêşketinê kir û got:
"Ji bo parastina vî karwanê tijî serbilindî, divê em bi berdewamî xwe bi canê serdemê û bipêşketinan re nû bikin. Divê em sazîbûn û bipêşxistina birêvebiriyê bi pêş bixin da ku PDK wekî her tim bawerî û garantiya sereke ya mafên rewa yên gelê Kurdistanê be."



