Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan li ser Yasaya Çarçoveyê got, “Gaveke hêja ye lê kêmaniyên wê hene. Ev nêzîkatiya teng pirsgirêkê çareser nake.”
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, bi minasebeta 15ê Tebaxa 1984an peyamek belav kir ku PKKyê dest bi çalakiyên çekdarî kiribû.
Karayilan di peyama xwe de pêvajoya çareseriyê û Yasaya Çarçoveyê nirxand.
"Gaveke nû û hêja ye"
Karayilan li ser Yasaya Çarçoveyê ya ku 10ê Tebaxê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat derxistin axivî û got:
"Ev di dîroka Komarê de tiştekî nû ye. Komarê ji piştî avabûna xwe ve îradeya Kurdan nas nekir û xwest Kurdan bi kuştinê tune bike. Di vê çarçoveyê de ev qanûn gaveke nû û hêja ye."
"Ev nêzîkatiya teng pirsgirêkê çareser nake"
Murat Karayilan bal kişand ser kêmanî û şaşiyên yasayê û anî zimên:
"Mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo di nava xwe de nehewandiye. Peyva Kurd jî di nav de nîne û qet qala demokrasiyê nehatiye kirin.
Hesasiyetên gelê me û nêrînên me zêde nehatine li ber çavan girtin. Mesele tenê anîn ser çekberdana gerîla. Lê ev pirsgirêk, pirsgirêkeke sedsalî ye. Ev nêzîkatiya teng pirsgirêkê çareser nake."
"Em dixwazin rûpelekî nû vekin"
Karayilan destnîşan kir ku ew bi rastî dixwazin bi Tirkiyeyê re li hev bikin û dawî li dijminatiyê bînin û got:
"Em dixwazin rûpelekî nû vekin û tevlî komara demokratîk bibin. Bendewariya me ev bû lê em dibînin ku nêzîkatiya aliyê din ne wisa ye. Hîn me wekî terorîst û sûcdar dihesibînin."
Peyama Karayilan bi vî rengî ye:
“Hevrêyên hêja, gelê me yê hêja;
Cejna Vejînê ya 15ê Tebaxê li we hemûyan pîroz be!
Di serî de, li ser navê tevahiya gerîlayên azadiyê û hevrêyan, salvegera 42yemîn a Cejna Vejînê ya 15ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin û silav, rêz û dilsoziya xwe pêşkêş dikin.
Her wiha Cejna Vejînê li tevahiya dayîkên şehîdan, malbatên şehîdan û gelê me yê hêja, tevahiya gelên me yên herêmê, dost û tevahiya hevrêyên me pîroz be.
Di şexsê fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) de tevahiya şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza ku me daye wan careke din dubare dikin û dibêjin, “Ey şehîd, bila ruhê we şad be; em dê bigihîjin armancên we û têkoşîna we bi ser bixin!”
Dîsa di şexsê Erdal (Engîn Sîncer), Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) û Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) de tevahiya şehîdên meha Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Pêngava 15ê Tebaxê ne tenê pêngaveke gerîla bû, di heman demê de pêngava gelê me bû. Gelê me jî ji wan rojan heta îro li ber xwe da. Ji komkujiyan derbas bû. Di şexsê kesên di Komkujiya Şirnex, Dîgor û Kendekolê de canê xwe ji dest dane de, tevahiya kesên ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên hêja;
Piştî ku li Bakurê Kurdistanê serhildan hatin tepisandin, asîmîlasyoneke pir kûr û berfireh hat bipêşxistin. Di salên 1970yî de ev asîmîlasyon pir bi pêş ketibû. Wisa lê hatibû ku gelê me hatibû ber helandin û tunebûnê. Di demeke wisa de Rêber Apo derketineke dîrokî kir. Têkoşîna azadiyê ya ku di wê demê de ket dewrê, bi navên cuda hat pêşxistin û ev yek ji gelê me re bû nefes.
Lê yekser piştî wê, 12ê Îlona 1980yî de cûntaya leşkerî-faşîst hat ser desthilatdariyê. Rast e, cûnta ji bo ku tevgera şoreşger a Tirkiye û Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bike hat ser desthilatdariyê lê di heman demê de li Kurdistanê ji bo pêkanîna Plana Şark Islahatê ket dewrê. Yanî sala 1925an de hewla temamkirina Plana Şark Islahatê kir.
Li Kurdistanê roj ji zarokan re, şev jî ji jin û mêran re bi zorê Tirkî fêr kirin. Kurdî qedexe kirin. Wisa kirin ku mirov li malên xwe jî nikaribin bi Kurdî biaxivin. Qadên gund veguherandin şkencexaneyan. Bêyî ku bibêjin jin û mêr Kurd tazî kirin, di heman qadê de kirin rêzê. Terx bi wan dan xwarin. Hovîtiyeke bi vî rengî meşandin. Ev yek ne tenê li zindanan kirin, tevahiya Kurdistanê veguherandin zindanê.
Bê guman, bêdengiya li hemberî wê hovîtiyê, devjêberdana mirovbûnê bû. Pêşî li Zindana Amedê Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay û hevrêyên wan û çalakvanên 14ê Tîrmehê li dijî vê rewşê derketin, wê bêdengiyê şikandin û berxwedan bi pêş xist.
Hewldanên zêde yên Rêber Apo hebûn ku li dijî van pêkanînên nemirovane bêdengî çênebe û wî amadekarî kirin. Pêngava 15ê Tebaxê ya bi pêşengiya Mahsum Korkmaz, li ser vê bingehê ket dewrê. Jixwe ti rêyeke din a rabûna li dijî wê hovîtiyê tune bû.
Her çi qasî gava 15ê Tebaxê bi çekan dest pê kiribe jî wateya wê ji çekê mezintir bû. Li dijî bêdengiya civakê bû bangek. Gelê me pêşî bi guman û fikar nêz bû. Ji ber ku heta wê demê gelê Kurd li kû derê serê xwe rakiribe, serê wî hatibû jêkirin. Ji ber vê yekê gel bi fikar nêzî pêvajoyê bû. Lê kengî dît ku gerîla bi rêbazeke cuda dimeşe, têk naçe û ji mirovên cidî û bibiryar pêk tê, wê demê fêm kir ku rêbaza azadî û rizgariyê têkoşîna gerîla ye.
Pişt re xwedî li gerîla derket, ciwan tev lê bûn û bi vî rengî di nav gelê Kurd de guhertinek çêbû. Nebawerî veguherî baweriyê, tirs veguherî wêrekiyê û bêhêvîbûn veguherî hêviyê. Gelekî mirî rabû ser lingên xwe. Li ser vê bingehê, di serî de Nisêbîn û Cizîrê, piştre li gelek cihên Kurdistanê gelê Kurd daket kolanan.
Gelê me ji bo ku merasîma cenazeyên qehremanên me bikin, daket kolanan. Bi vî awayî serî rakirin çêbû. Vê yekê di civakê de rê li ber guhertinên mezin vekir. Vaye Şoreşa Vejînê bi vî rengî pêk hat. Şoreşa Vejînê bû şoreşeke hizrî, siyasî, çandî û civakî. Bû şoreşa jinê. Jinên Kurd bi pêşengiya Bêrîvan, Saadet û Hawayan tevî vê şoreşê bûn. Bi vî rengî Pêngava 15ê Tebaxê bi xwe re şoreşeke civakî afirand. Şoreşa rast bi vî rengî pêk hat.
Sala 1992yan Serokwezîrê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel wiha got, ‘Em realîteya Kurdan nas dikin.’ Bi vî awayî stratejiya gerîla ya ji 1984an heta 1990î bi ser ket, encam girt. Dema ku em hatin sala 1993yan serkeftina stratejiya gerîla tekez bû. Ji ber vê yekê Serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal, bi navbeynkariya Birêz Mam Celal, ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû daxwaza agirbestê kir.
Rêber Apo li ser vê bingehê Newroza 1993yan agirbesta ewil ragihand. Ev di têkoşîna me de bû destpêka serdemekê, stratejiyeke nû û stratejiya çareseriya siyasî. Ji ber ku şer êdî rola xwe lîstibû, tişta ku diviya bikira kiribû. Pirsgirêka Kurd a veşartî eşkere kir û danî ser maseyê. Ji ber vê yekê hewcedarî pê çêbû ku bi rê û rêbazên siyasî çareserî bi pêş bikeve.
Lê me dît ku piştî wê yekser, li Tirkiyeyê destekî kûr destwerdan li pêvajoyê kir. Turgut Ozal hat kuştin û gelek kesên wekî General Eşref Bitlis ku digot divê Pirsgirêka Kurdan bi rêbazên siyasî were çareserkirin û li kêleka Turgut Ozal disekinî û Cem Ersever ê ku li Kurdistanê herî zêde şerê taybet dimeşand hatin kuştin.
Bi vî rengî destekî di nava dewletê de ev pirsgirêk veguherand girêkeke hişk. Rêber Apo piştî wê jî kengî firsend dît agirbest ragihand. Ji bo rawestandina şer û pêşxistina çareseriya siyasî, rê û rêbaz bi pêş xistin. Me heta niha 9 caran agirbest ragihand.
Di pêvajoya şer a 42 salan de, 11 sal bi agirbestan û 31 sal jî bi şeran derbas bûn. Çima? Ji ber ku zîhniyetek di nava dewletê de heye ku nahêle û dixwest me bi tundî û çekan tune bike. Her ku êriş dikir digot, `Em dê bi ser kevin û encamê bigirin.` Şerekî wiha yê derûnî û taybet bi awayekî berfireh dihat meşandin.
Di 10 salên dawî de jî mezinbûna Tevgera me ji bo xwe wekî xetereyekê dît û gotin, `Pirsgirêka bekaya Tirkiyeyê heye.` Hemû demarên ku di nava dewletê de cih digirtin bûn yek û şer ragihand. Xwestin me bi tundî û şer tune bikin.
Pêvajoyeke şer a giran û berfireh hat jiyankirin. Li dijî me her cure çekên nûjen bi kar anîn. Çekên qedexekirî jî bi kar anîn. Xwestin me bi piştgiriya NATOyê, heta bi ya dewletên cîran û piştgiriya hinek Kurdan tune bikin. Lê nekarîn me tune bikin. Li Zap û Metînayê xitimîn, nekarîn bi pêş ve biçin. Bi vî rengî, dema ku fêm kirin nikarin me bi tundiyê tune bikin dîsa bang çêbû.
Divê banga Devlet Bahçelî wiha were dîtin. Wekî ku tê zanîn Rêber Apo jî bi erênî bersivand û pêvajo heta niha hat meşandin.
Gelê me û hevrêyên me yên hêja;
Qanûna Çarçoveyê ku 10ê Tebaxê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat derxistin, di dîroka Komarê de tiştekî nû ye. Komarê ji piştî avabûna xwe ve, îradeya Kurdan nas nekir û xwest Kurdan bi kuştinê tune bike. Di vê çarçoveyê de ev qanûn gaveke nû û hêja ye.
Lê gelek kêmanî û şaşiyên vê qanûnê hene. Beriya her tiştî, mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo di nava xwe de nehewandiye. Lê yê ku ev pêvajo da destpêkirin Rêber Apo ye. Dîsa, peyva Kurd jî di nav de derbas nabe. Qet qala demokrasiyê nehatiye kirin. Hesasiyetên gelê me, nêrînên tevgera me û nêrînên Rêbertiya me jî zêde nehatine li ber çavan girtin.
Mesele tenê anîn ser çekberdana gerîla. Lê ev pirsgirêk, pirsgirêkeke sedsalî ye. Nêzîkatiyeke teng heye. Bêguman, ev nêzîkatiya teng pirsgirêkê çareser nake. Gerîla di encama çi de derket ser dika dîrokê? Eger ev yek baş neyê vekirin çareseriya bingehîn a pirsgirêkê jî çênabe.
Li aliyê din, Devlet Bahçeli di banga xwe ya ewil a ji bo Rêber Apo de got, `Bila şer rawestîne, rêxistina xwe fesx bike, bila were meclîsê, di koma DEM Partiyê de biaxive û mafê hêviyê heta dawî were naskirin.`
Ya rast, me jî biryarên Kongreya Fesxê li ser vê bingehê girtin. Yanî me wiha got, `Divê pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve were meşandin.` Em niha jî heman tiştî dibêjin. Divê Rêber Apo pêvajoyê bimeşîne. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ev nebe, nabe.
Min berê got, `Eger Rêber Apo di zindanê de be, ez nikarim ji kesî re bibêjim çekê berde û here.` Ez niha jî di heman xalê de me. Lê êdî dikarim bibêjim, `Hevrêyên hêja herin, dê Rêber Apo we pêşwazî bike. Dê Rêber Apo perspektîfên demê bide we.` Yanî eger Rêber Apo bikeve dewrê, hevalan pêşwazî bike, civînan çêbike û qanî bike, dibe.
Em amade ne ku vî şerî ji zemîna şer û çekan derxin û bînin zemîna siyaset û hiqûqê. Rêbertiya me 33 sal in ji bo vê yekê hewl dide û em jî baweriyê bi wî tînin. Şerê ku 33 sal in tê meşandin, şerekî zêde ye. Hem xwe dubare kir hem jî ne di cih de bû. Lê em neçar man ku li dijî kesên ku xwestin me tune bikin vê şerî bimeşînin. Her tim wisa bû. Em dixwazin vî şerî rawestînin û nêzîkatiya me ya jidil ev e.
Rêber Apo ji bo vê pêvajoyê çi got? Wî got, `Em ji sêdarê derbasî maseya diyalogê bûn. Ev dikare ji bo pêvajoyeke girîng bibe destpêk û gavek.` Ev gelekî biwate ye. Em jî wisa nêz dibin. Lê eger mîmarê vê pêvajoyê di zindanê de be, ev kar nameşe. Divê her kes vê yekê bizanibe. Ez bawer dikim ku rayedarên dewletê jî vê yekê dizanin. Ji ber ku heqîqet ev e.
Li aliyê din, zimanê ku tê bikaranîn hîn nehatiye guhertin. Zimanê şer diyar bû, zimanê şer ê dewleta Tirk, zimanê şerê derûnî bû. Timî digotin, ‘Me xist û em bi ser ketin.’ Dema ku Pêngava 15ê Tebaxê çêbû, Kenan Evren Serokkomarê Tirkiyeyê bû. Kenan Evren got, ‘Yên ku ev sûc kirine kî bin bila bibin, ketibin kîjan kunî, di bin kîjan kevirî de xwe veşartibin, artêşa me dê di nava 72 saetan de wan ji guhê wan bigire û bîne pêşiya edaletê.`
Lê ew 72 saet niha bûn 42 sal û hîn jî pêk nehatiye. Rêber Apo bi tenê derket rê. Em niha bi milyonan in, bi deh hezaran kadroyên me hene. Kê qezenc kiriye û kê winda kiriye? Ev gelê ku li ber mirinê bû îro rabûye ser xwe. Li herêmê gelê herî azadîxwaz, demokratîk û têkoşer e. Di mijara avakirina pergaleke demokratîk û azad a li ser bingeha azadîxwaziya jinê de, hêviya hemû gelan e. Vaye 15ê Tebaxê ev yek afirand, li tevahiya Kurdistanê ruhê neteweyî û li herêmê ruhê berxwedanê afirand. Lê ew hîn dibêjin, ‘Em bi ser ketin.’
Piştî ku sala 2016an ji NATOyê piştgiriya teknolojîk wergirtin, Suleyman Soylu got, ‘Dê heta Nîsana 2017an PKK ji holê rabe û dê êdî kes navê PKKyê nehilde.’ Gelek caran gotinên wiha kirin. Herî dawî, Sibata 2021an êrişek li ser baregeha me ya li Gareyê çêbû. Wê demê, bi piştgiriya dewleta Îraqê û hin aliyên Kurd, plan kiribûn ku di nava sê mehan de me ji Başûrê Kurdistanê tune bikin.
Li ser vê bingehê dest bi êrişê kirin. Lê encam çi bû? Par, li ser daxwaza rayedarên dewletê û li ser peymanekê hevalan ji Zapê derxist. Hevalên me hîn li Metînayê ne û daxwaz dikin ku em wan ji Metînayê derxin. Eger hûn bi ser ketin we çima nekarî me ji Zapê derxin? Çima hîn li Metînayê hevalên me yên gerîla hene? Nexwe li holê hêz û îrade heye. Eşkere ye ku dewleta Tirk di wan qadan de xitimî û nekarî bi pêş ve biçe. Ev rastiyek e.
Em heqê kesî naxwin. Artêşa Tirk artêşeke xurt e. Artêşa duyemîn a NATOyê ye, di destê wan de çekên nûjen hene û şer dikin. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê yên Apoyî jî bi jin û mêr ve ne hêzeke ji rêzê ye. Di şer de hêzeke fedayî û pispor e. Kes nikare wan têk bibe. Îsbata vê yekê jî berxwedana Zapê ye. Wekî ku pêxember Îsa jî gotiye, Heqê Qeyser bidin Qeyser.
Gelek pispor hene ku li seranserê cîhanê têkoşîna gelên bindest dişopînin û analîz dikin. Yek ji wan jî Henry Kissinger e ku bi dehan salan erka Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê kiriye. Kissinger û gelek pispor dibêjin, ‘Eger dewleteke serwer nikaribe serhildêrên ku li dijî wê rabûne tune bike ew dewlet têk çûye. Serhildêrên ku rabûne dev ji tunebûnê berde eger xwe li civakê dabin qebûlkirin, wê demê serhildêr bi ser ketine.’
Ma rewşa niha ya li Kurdistanê jî ne ev e? Yanî divê heqîqet were dîtin. Divê zimanê şerê derûnî were rawestandin.
Nêzîkatiyek wekî ku gerîla sûc kiriye heye. Ne wisa ye. Gerîla di civaka Kurdistanê de, kesên herî bi berpirsyar û birûmet in. Kesên ku li ser bingeha berpirsyariyên xwe bêyî beramber ji bo gel û doza ku jê bawer dikin xwe feda dikin in. Şerekî birûmet meşandin, dê bi awayekî birûmet aştiyê jî pêk bînin. Dê bi serbilindî di meşa aştiyê de cih bigirin. Her gerîlayekî ev yek heq kiriye.
Bê guman dibe ku kêmasiyên me yanî yên gerîlayan çêbûbin. Pir eşkere ye ku me nekarî destê Rêber Apo yê di maseya diyalogê de wekî ku pêwîst dikir, xurt bikira. Ev ji bo me kêmasiyeke cidî ye. Em ji ber van kêmasiyên xwe rexnedayîna xwe didin Rêbertiya xwe û gelê xwe. Di vê wateyê de, em di pêvajoya rexnedayînê de ne.
Lê em ji derveyî Rêbertî û gelê xwe rexnedayîna xwe nadin ti kesî. Erk bi temamî nehatiye bicihanîn, em rexnedayîna vê yekê didin. Ev wisa ye. Em zarokên Şêx Seîdan, Komkujiya Geliyê Zîlan, Terteleya Dêrsimê ne. Em ji kûrahiya dîrokê tên. Her kes dizane ku çi ji me hat kirin.
Em wekî gel bi dehan caran di komkujiyan re derbas bûn. Nêzîkî 5 hezar gundên me hatin şewitandin, li dijî 17 hezar û 520 mirovên me di bin navê kuştinên nediyar de êriş hat kirin û piraniya wan hat qetilkirin. Kê ev yek kir? Sala 2015an li Cizîrê di jêrzemînan de benzîn li ser 271 ciwanên me yên bêçek rijandin û ew şewitandin. Kê ev sûc kir? Gelo di destê Mehmet Tunç û Asya Yukselê de çek hebû? Ma her roj di çapemeniyê de bang nedikirin?
Gelo ew ciwan ji ber çi bi awayekî hovane hatin qetilkirin? Bi kurtasî eger em mijarên berê vebikin dê eşkere bibe ku kî sûcdar e û kî ne sûcdar e. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku Komîsyona Edalet û Eşkerekirina Heqîqetê were avakirin. Bila lêkolînê bike, rastiyan eşkere bike û hesab bixwaze. Em vê yekê wekî pêwîstiyekê dibînin û diyar dikin ku em ji bo vê yekê amade ne.
Hevrêyên hêja, gelê me yê birûmet;
Em bi rastî dixwazin bi Tirkiyeyê re li hev bikin û dawî li dijminatiyê bînin. Em dixwazin rûpelekî nû vekin. Em dixwazin tevlî komara demokratîk bibin ne tevlî dijmin bibin. Bendewariya me ev bû lê em dibînin ku nêzîkatiya aliyê din ne wisa ye. Hîn me wekî terorîst û sûcdar dihesibînin. Dibêjin teror lê hûn sedsal e terorê li ser gelê me dikin. Yanî dibe ku aliyekî tawanbariyê giran bikin û aliyê din vala bihêlin? Di vê mijarê de nêzîkatiyeke adil pêwîst e.
Em dê vê pêvajoyê li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo û bîranînên şehîdên me yên hêja pêk bînin. Em dizanin ku ev pêvajo bi berxwedan û keda Rêber Apo û şehîdên me derket. Di bingeha vê qanûna çarçoveyê de keda Rêber Apo û xwîna şehîdên me heye. Em qanûna çarçoveyê ji rêzê nagirin dest lê divê aliyên wê yên kêm werin derbaskirin.
Ji ber ku em dixwazin aştiyeke mayînde pêk bînin. Divê kes kesî nexapîne. Aştiya mayînde dê gelek tiştan bi gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin. Tirkiye dê li herêma Rojhilata Navîn bibe pêşeng û gelek tiştan qezenc bike. Di dîrokê de, dewleta Tirk kengî bi Kurdan re tifaq kiribe, wê demê bi pêş ketiye û hêz qezenc kiriye.
Em niha jî di serdemeke dîrokî ya wiha re derbas dibin. Eger di çarçoveya ku me anî zimên de nêz bibin, em dê jî di vê pêvajoyê de tişta ku dikeve ser milê me bi cih bînin. Lê em bi nirxên xwe ve girêdayî ne, em dixwazin Doza Azadiya Kurdistanê bi siyaseta demokratîk bimeşînin û bi vî rengî bi ser bixin. Divê ji bo vê yekê jî derfet hebe.
Gel û hevrêyên me yên hêja;
Rast e, me dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anî. Em êdî derbasî qonaxa siyaseta demokratîk dibin. Lê Pêngava 15ê Tebaxê di dîroka gelê me de mîladek e. Bi xwe re şoreşeke vejînê ya dîrokî afirand. Ji ber vê yekê, divê Şoreşa Vejînê her tim ji aliyê gelê me ve wekî cejna neteweyî were pêşwazîkirin û pîrozkirin. Ji ber ku gelê me bi vê şoreşê re gelek tişt qezenc kirin. Beriya her tiştî xwe qezenc kir. Gelê me bi vê şoreşê re rabû ser pêyan, doza azadiyê mezin kir, xwe nû kir û ji nû ve ava kir. Vejîn bi vî rengî pêk hat. Ji ber vê yekê jî em dê her tim xwedî li Şoreşa Vejînê derkevin.
Li ser vê bingehê ducare Cejna Vejînê li her kesî pîroz dikim, serkeftinê ji bo pêvajoya têkoşînê ya di pêşiya me de dixwazim.”



