Hewlêr (Rûdaw) - Pêşengê Eşîra Pinyanişiyan Orhan Pîrozbeyoglu got, “Devlet Bahçelî ji me re got ku ev yasa ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ne.”
Mezin û serokeşîrên eşîra Pinyanişiyan a Bakurê Kurdistanê Orhan Pîrozbeyoglu û Elî Îhsan Zeydan, li Enqereyê bûn mêhvanên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û wan hevdîtineke taybet pêk anî.
Di vê hevdîtinê de mijara sereke pêvajoya çareseriyê û bandora wê ya li ser herêmê bû.
Her wiha qala bendewariyên xelkê Colemêrgê û navçeyên wê jî hat kirin.
"Mirovekî ji navê xwe zêdetir e"
Orhan Pîrozbeyoglu bû mêvanê bultena Rûdawê li ser hevdîtina wan bi Devlet Bahçelî re axivî û got:
"Hevdîtina me ya bi Devlet Bahçelî re gelekî erênî û baş bû. Camêr mirovekî gelekî têgihiştî û qedirgir e. Mirovekî ji navê xwe zêdetir e. Wî qenciyên mezin ji me hemû Kurdan re kirine."
Qala Mela Mistefayê Nemir û Başûrê Kurdistanê hat kirin
Orhan Pîrozbeyoglu diyar kir ku di hevdîtinê de wan qala Barzaniyê Nemir û tevgerên Kurdan kiriye û got:
"Me qala tevgerên Kurdan kir. Min qala Mela Mistefayê Nemir ji Bahçelî re kir û ew gelekî dilxweş bû.
Her wiha camêr qala Başûrê Kurdistanê, Serok Barzanî û Birêz Nêçîrvan Barzanî kir."
"Ev yasa ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ne"
Orhan Pîrozbeyoglu ragihand ku ew gelekî girîngiyê didin vê pêvajoyê û ev pêvajo ne wekî yên berê ye.
Pîrozbeyoglu destnîşan kir ku Bahçelî ji wan re gotiye ku "Em dê qanûnan derxin" û wiha domand:
"Min ji wî re got ku tengasî tenê li vir nîne, tengasî li Kurdistanê li wê derê (Başûrê Kurdistan) ji hene û ew ji me zêdetir di bin tehdayê de ne û xelk nikarin biçin gundên xwe.
Min jî wî pirsî ku ev gavên ku we avêtinê ji bo hemû Kurdan e.
Bahçelî got ku erê ev yasa ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ne. Ev pêvajo ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye."
Daxwaza aramiyê ji bo Başûrê Kurdistanê
Pîrozbeyoglu derbarê rewşa ewlehiyê de jî anî zimên ku wan daxwazên xwe gihandine Bahçelî û wî wiha got:
"Me ji Bahçelî re got ku divê pirsgirêkên ewlehiyê yên li Başûrê Kurdistanê nemînin. Hêviyeke me ya mezin ji vê pêvajoyê heye."


