Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo parêzgehên Riha, Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Dêrsim, Mêrdîn, Amed, Sêrt û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.
Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê, îro li Riha, Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Mêrdîn, Amed, Sêrt û Dîlokê barana gur dibare.
