Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand ku amadehî ji bo ziyareta Tirkiyeyê tê kirin û dibe ku ew bi Abdullah Ocalan re bicivin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji malpera Al Monitorê re axivî.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku ji bo ziyareta Tirkiyeyê amadehî tê kirin û dibe ku di demeke nêzîk de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk were.
“Karê me yê sereke peymana bi Şamê re ye"
Mezlûm Ebdî li ser pêvajoya tevlîbûna bi Şamê re agahî dan.
Wî destnîşan kir ku niha karê wan ê herî sereke ew e ku bi Şamê re peymanekê bikin.
Mezlûm Ebdî xwest ku saziyên Birêvebiriya Xweser û hêzên leşkerî bikevin nav saziyên dewleta Sûriyeyê.
Lê wî tekez kir ku divê taybetmendiya herêmên Kurdan were parastin.
50 hezar karmend dê meaşên xwe ji Şamê bistînin
Fermandarê HSDyê li ser hêzên navxweyî jî axivî û wî got ku li ser 15 hezar endamên Asayîşê peyman çêbûye da ku ew li herêmên xwe bimînin.
Ew dê li herêmên xwe bimînin û dê bibin beşek ji saziyên dewletê.
Bi gotina Mezlûm Ebdî her wiha nêzîkî 50 hezar karmendên Birêvebiriya Xweser dê li ser karên xwe bimînin.
Karmend dê meaşên xwe ji wezaretên Sûriyeyê bistînin.
"Dê herêmên Kurdan ji aliyê xelkê xwe ve werin birêvebirin"
Mezlûm Ebdî diyar kir ku divê herêmên Kurdan ji aliyê xelkê xwe ve werin birêvebirin.
Bajarên ku pêkhateyên cuda tê de dijîn dê bi rêya peymana hemû pêkhateyan werin birêvebirin.
Mezlûm Ebdî, bajarên wekî Hisîça, Kobanî, Efrîn, Şehba û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê wekî mînak nîşan dan.
4 lîwayên HSDyê tevlî artêşê dibin
Fermandarê HSDyê qala mijara leşkerî jî kir.
Li gorî planê, dê 4 lîwayên HSDyê bikevin nav artêşa Sûriyeyê lê dê fermandariya wan di destê fermandarên wan ên niha de be.
HSD dê wekî hêz bimîne heta ku pêvajoya tevlîbûnê bi temamî bi dawî dibe.
