Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi hezaran xwendekar, mamoste û xelkê Qamişloyê banga fermîkirina zimanê Kurdî kir.
Di mîtîngê de hat diyarkirin ku Kurd daxwaza xêrê nakin, daxwaza mafê zimanê xwe dikin.
Her wiha hat gotin, "Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsandin, nûnertiya me nake."
Li gorî nûçeya ANHAyê bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, xwendekar, mamoste û xelkê bajarê Qamişloyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15ê Gulanê) xwenîşandaneke girseyî li dar xist.
Xwenîşandan ji bo bidestxistina mafê zimanê Kurdî û fermîbûna wî hat lidarxistin.
Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û bi hezaran kes bi cilûbergên Kurdî beşdar bûn.
Meş li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê veguherî mîtîngê.
“Heta zimanê Kurdî nebe fermî em dê li ber xwe bidin”
Sûad Mistefayê dayîka şehîd Hevrîn Xelefê di mîtîngê de axivî û got:
“Şehîdan nehişt zimanê Kurdî winda bibe. Heta zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî em dê li ber xwe bidin.
Pêşketina mirovahiyê li ser zimanê dayîkê çêbûye.
Em Kurd hatine dinyayê û em dê zimanê xwe biparêzin.
Parastina zimanê Kurdî parastina nasname, civak û bedenê ye.
Heta zimanê Kurdî bibe fermî em dê li kolanan, li xwenîşandan û çalakiyan bin.”
Banga yekîtiya Kurdan
Mamosteyê Zanîngeha Rojavayê Beşîr Mele Newaf jî bi helbestekê banga yekîtiya Kurdan kir û wiha axivî:
“Celadet Bedirxan gotibû, ‘Ne gengaz e gelek xwedî li azadiya xwe derkeve, bêyî ku bizane ka ew kî ye û ji bo çi dijî.’
Di vê çarçoveyê de kovara Hawarê bi tîpên Latînî û bi zimanê Kurdî bangî gelê Kurd kir ku xwedî li çand û nasnameya xwe derkeve.
Ez îro li şûna Celadet bangî we dikim, eger hûn xwedî li zimanê xwe dernekevin hûn dê ber bi tunebûnê ve herin.
