Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêvajoya yekbûna Pêşmergeryan bi awayê pêwîst berdewam nake.
Merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Zaxoyê hat lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de axivî û pîrozbahî li derçûyan kir.
"Pêşmerge sembola parastinê ye"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola Pêşmergeyan û got:
"Pêşmergetî erkekî pîroz e. Heta Kurd hebin, Pêşmerge dê bibe sembola parastinê."
Nêçîrvan Barzanî li ser yekbûna hêzên Pêşmergeyan jî hişyarî da.
Wî diyar kir ku pêvajoya yekbûna Pêşmergeyan wekî ku pêwîst e berdewam nake.
Piştgiriya ji bo hikûmeta nû ya Îraqê
Nêçîrvan Barzanî li ser avakirina hikûmeta Îraqê û kabîneya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî daxuyanî da û got:
"Em piştgiriyê didin kabîneya Birêz Elî Zeydî.
