Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiyan.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du alî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan hevnêrîn bûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî qebûl kir.
Rewşa Sûriyeyê û pirsa Kurdan
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de derbarê guherîn û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Sûriyeyê û pirsa Kurdan a li wî welatî bîr û ra hatin guhertin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du alî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan hevnêrîn in.
Mezlûm Ebdî bi Nêçîrvan Barzanî re jî civiya
Ev civîn piştî wê yekê hat ku îro li Serokatiya Herêma Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî civiyabûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser wê civînê jî daxuyaniyek belav kiribû.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa Sûriye û Kurd û pêkhateyên li wî welatî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha li ser bipêşketinên herêmê, girîngiya parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê bîr û ra bi hev hatin guhertin.
