Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ji ber zêdekirina kirê di navbera xwediyê xanî û kirêcî de nîqaş derket û xwediyê malê bi çekê kirêciyê xwe kuşt.
Li gor agahiyan, li Taxa Barbaros Hayrettinpaşayê ya ser bi navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ve şevê din xwediyê malê E.D.O bi telefonê ligel kirêciyê xwe Huseyîn Asar ê ku ev 15 sal in di xaniyê wî de ye axiviye û gotiye divê kirê zêde bike. Kirêcî ev yek qebûl nekiriye û di navbera wan de nîqaş çêbûye.
Piştî vê nîqaşa li ser telefonê xwediyê malê hatiye ber deriyê kirêcî û kirêciyê ku dixwest zarokên xwe bibe hola werzîşê ku li ber derî bû bi demançeyê gule lê reşandine. Di bûyerê de Asar giran birîndar bûye û xwediyê malê reviyaye.
