Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, bertek nîşana daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê yên li ser Kurdan da û diyar kir ku ew giringiyê nadin van nirxandinan.
Beqayî îro li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê axivî.
Wî îdiayên îdareya Washingtonê yên bi rengê "bi rêya Kurdan ji xwenîşanderên li Îranê re çek hatine şandin" rexne kirin û got:
"Em bi tiştên ku biyanî li ser welatiyên me dibêjin re eleqedar nabin.
Em gelekî baş dizanin ku çi Kurd, Fars, Tirk an jî Belûç bin, hemû Îranî ji axa xwe hez dikin. Angaştên biyaniyan ên li ser vê mijarê ji bo me bêqîmet in."
"Miletê Îranê nas nakin"
Berdevkê Îranî anî zimên ku daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê ji ber nenasîna civaka Îranê ne.
