Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Fermandarê Giştî yê Lîwayên Şehîd Îzedîn Qesam, baskê leşkerî ê Hemasê Îzedîn Hedad kuştiye.
Îsraîlê ew wekî yek ji "fermandarên payebilind ên dawî" yên ku êrişên 7ê Çiriya Pêşîn plan kirine bi nav kir.
Hemasê jî kuştina wî piştrast kir. Hemasê ev bûyer wekî "tawan" pênase kir û ragihand ku ev yek civaka navneteweyî û welatên navbeynkar dixe bin berpirsyariyê.
Artêşa Îsraîlê û Saziya Ewlehiya Navxweyî ya wî welatî “Şîn Bêt”, 16ê Gulana 2026an di daxuyaniyeke hevbeş de wiha ragihand:
"Di êrişeke li ser Xezeyê de terorîst Îzedîn Hedad hat kuştin."
Berpirsekî Hemasê jî derbarê mijarê de axivî û got:
"Fermandarê payebilind Îzedîn Hedad doh di êrişeke Îsraîlê de şehîd ket.
Êrişê apartmanek û otomobîleke sivîlan a li bajarê Xezeyê kiribû armanc."
Li gorî çavkaniyeke din a Hemasê, Hedad bi hevjîna xwe û keçeke xwe re hatiye kuştin.
Îsraîl: Hedad rehîne wekî mertal bi kar tanîn
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hedad "yek ji fermandarên dawî yên payebilind ên baskê leşkerî yê Hemasê bû ku serperiştiya plankirin û bicihanîna komkujiya 7ê Çiriya Pêşîn kiribû."
Îsraîlê her wiha diyar kir, "Hedad pergala desteserkirina rehîneyan a Hemasê bi rê ve dibir.
Wî xwe bi rehîneyan dorpêç kiribû da ku rê li ber kuştina xwe bigire."
Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir kuştina wî wekî "destkefteke girîng a operasyonî" bi nav kir.
