Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê
ragihand ku tevî agirbestê jî, ji ber êrişên roja înê yên Îsraîlê yên li başûrê
Libnanê 10 kes hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku beşek ji wan kesên ku hatine kuştin
karmendên tenduristiyê bûne.
Di êrişeke li gundê Dêr Qanûn Nehrê de 6 kes hatin kuştin ku
2 ji wan karmendên tenduristiyê bûn û keçikeke biçûk a Sûriyeyî jî di nav wan
de bû.
Di êrişeke din a li bajarokê Henawêyê de 4 karmendên din ên tenduristiyê
hatin kuştin ku ser bi rêxistineke nêzîkî Hizbulahê ve bûne.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan li nêzîkî sînor 2 çekdar
kirine armanc û kuştine.
Her wiha artêşê hişyarî da şêniyên gundê Burc Rehalê ku malên
xwe vala bikin.
Helwesta Hizbulahê û cezayên Amerîkayê
Serokê Fraksiyona Hizbulahê ya li Parlamentoya Libnanê
Mihemed Raed ragihand:
"Îsraîl di qada şer de bêhêvî bûye, loma hêrsa xwe bi
ser gund û xelkê sivîl de dirijîne.
