Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 25 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Ev derbasbûn bi erêkirin û hevahengiya Tehranê pêk hatiye.
Piştî aloziya di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, tevgera bazirganiyê ya li tengavê bi baldarî tê şopandin.
Televîzyona dewletê ya Îranê IRIBê agahî li ser rewşa dawî ya Tengava Hurmizê dan.
Ev tengav yek ji korîdorên herî girîng ên enerjiyê ya cîhanê ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 25 keştiyên bazirganiyê ew rêya avê ya stratejîk bi kar aniye.
Di nava van keştiyan de tankerên petrolê û keştiyên konteyniran jî hene.
Hat gotin ku ev derbasbûn "di çarçoveya kontrol, ewlehî û destûra Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran de" pêk hatiye.
Aloziya herêmî û pêvajoya agirbestê
Krîza ku dawiya meha sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kiribû gelekî mezin bûbû.
Tehranê ji bo tolhildanê êrişî Îsraîl û hevpeymanên Amerîkayê yên li Kendavê kiribû.
Di vê pêvajoyê de Îranê Tengava Hurmizê girtibû.
Vê yekê di bazarên enerjiya cîhanî de tirs û xofeke mezin çêkiribû.
