Stenbol (Rûdaw) - Derdora 2 milyon û 273 hezar penaberên Sûriyeyî û yên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn, dê îsal jî Cejna Qurbanê ji welatê xwe dûr derbas bikin.
Lê dîsa jî penaber ji bo amadekariyên Cejna Qurbanê bikin berê xwe didin sûk û bazarên ku kel û pelên Sûriyeyê lê tên firotin.
Beriya ku desthilata Esed birûxe, ji bo penaberan "Destûra Cejnê" dihat dayîn.
Penaberan bi vê destûrê ji bo çend rojan serdana Sûriyeyê dikir û vedigeriyan lê ev destûr piştî 2025an bi tevahî hat rakirin.
Penaber bi hêvî ne ku sala bê êdî Cejna Qurbanê li welatê xwe, bi malbat û hezkiriyên xwe re derbas bikin.
Dan û standina cejnê li "Bazara Sûriyeyiyan"
Li Bazara Maltayê ya navçeya Fatihê ya Stenbolê amadekariyên Cejna Qurbanê didomin.
Ji ber dikan, kel û pel û dikandarên Sûriyeyî, ev bazar di nav xelkê de wekî “Bazara Sûriyeyiyan” jî tê zanîn.
Penaberê Kurd ê ji Qamişloyê Noşîn Mîrze, li gel hevjîn, kur û birayê xwe ji bo dan û standina cejnê bikin berê xwe daye vê bazarê.
Noşînê 35 salî ev 12 sal in bi malbata xwe re li Stenbolê penaber in lê ew tim bi hesreta vegera welêt dijîn.
Ew jî wekî bi sed hezaran penaberên din li bendê ne ku şert û mercên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê baştir bibin da ku karibin vegerin.
"Dilê me heye em vegerin welatê xwe"
Penaberê ji Qamişloyê Noşîn Mîrze got, “Dilê me heye em vegerin welatê xwe.
Piştî ku desthilata Beasê rûxiya em gelekî kêfxweş bûn. Lê em niha nikarin vegerin lewra rewşa Sûriyeyê gelekî zehmet e.
Ji ber vê yekê em li bendê ne rewşa wê derê, rewşa me û rewşa ewlehiyê baş bibe da em karibin vegerin.
Niha derfetên kar tunin, xaniyê me yê li wê derê di şer de xera bûye, yanî tiştekî me nemaye.
Xalên min û ji malbata min hinek kes li Qamişloyê ne.
Dema em bi telefonê bi wan re diaxivin, vegera welêt wekî hesretekê di dilê me de dimîne û dilê mirov dişewite.
Helbet em dixwazin êdî bi tevahî cejnên xwe li welêt derbas bikin.”
"Welatê xelkê nabe welatê mirov"
Mihemed Xêr Bekir jî penaberekî 60 salî yê ji bajarê Efrînê ye.
Mihemed li gel hevjîn û kurê xwe yê bi navê Îbrahîm li “Bazara Sûriyeyiyan” dan û standina cejnê dike.
Ew bi hêvî ne ku sala bê êdî li Efrînê bi malbat û hezkiriyên xwe re Cejna Qurbanê derbas bikin.
Penaberê ji Efrînê Mihemed Xêr Bekir jî hestên xwe wiha anîn zimên:
“Her kes dixwaze ku di cejnan de malbat û mirovên xwe bibîne. Ev 12-13 sal in em li Tirkiyeyê ne. Me xwe spart vê derê, helbet baş bû.
Lê çi qas baş be jî malê xelkê nabe malê mirov, welatê xelkê jî nabe welatê mirov. Mirov dixwaze biçe ser erda xwe û vegere welatê xwe.”
Kurê Mihemed Xêr Bekir, Îbrahîm Bekir jî got:
“Ez Îbrahîm im û ji Efrînê me. Temenê min 13 sal in. Ez 12 sal in li Stenbolê me lê min dîsa jî zimanê xwe ji bîr nekiriye.
Her kes dixwaze li welatê xwe bijî. Erê ez hînî vê derê bûme lê Efrîn jî ya me ye, ez jê hez dikim.”
Hejmara penaberan kêm dibe
Hejmara penaberên Sûriyeyî û Rojavayê Kurdistanê yên ku li Tirkiyeyê di statuya "parastina demkî" de qeydkirî ne, ji 14ê Gulana 2026an û pê ve daketiye 2 milyon û 273 hezar û 325 kesan.
Her wiha li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, piştî rûxîna desthilata Esed, ango ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta Gulana 2026an, hejmara Sûriyeyiyên ku bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe wekî 667 hezar û 565 kesan hatiye tomarkirin.
Tê pêşbînîkirin ku bi bêhnvedana dibistanan û destpêkirina heyama havînê hejmareke din a penaberan vegerin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.