Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteyên dawî de li gelek deverên cîhanê, piştî barîna berfeke zêde û bahozan bi dehan kesan canê xwe ji dest da.
Kamçatkaya ku li rojhilatê dûr ê Rûsyayê ye, di her du mehên kanûnê de di bin bi metreyan berfê de ma.
Li gor NASAyê, nîvgirav (Kamçatka) dema xwe ya herî biberf a ji salên 1970yî û vir ve dijî û hat ragihandin ku du kes mirine.
Hat eşkerekirin ku ji 26ê Kanûna Paşîn û bi vir ve, di hefteyekê de barîna berfê û şert û mercên dijwar ên zivistanê li Japonayê bûne sedema mirina 10 kesan.
Li Amerîkayê jî di bagera berfê de bi dehan kes mirin û bû sedema birîna elektrîkê ku bandor li bi hezaran kesan kir.
Ji 27ê Kanûna Paşîn û bi vir ve li wî Amerîkayê bi hezaran geştên balafiran hatin betalkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji Orduyê heta Bedlîs, Mûş û Wanê stûriya berfa ku li bajaran bariyaye, bi metreyan tê pîvandin.
Li Amed, Xarpêt û Şirnexê, berfbarînê cihê xwe da sir û seqemeke bê wêne.
Hat ragihandin ku ji ber qeşagirtinê û ketina mirovan, bi hezaran kesan bi giliyên şikestina hestiyan serî li nexweşxaneyan daye.
Gelo zivistana îsal bi rastî bi awayekî neasayî dijwar derbas dibe?
BBC derbarê serma û bagerên ku Nîvkureya Bakur li xwe girtiye bi pisporan re axivî.
Meteorologê payebilind ê Servîsa Avhewayê ya Brîtanyayê Jim Dale dibêje ku berfbarîn û sermaya dijwar a li Ewropa, Tirkiye, Amerîka, Kanada û Japonyayê, dikare di nav guherîna xwezayî ya avhewayê de were nirxandin.
Dale bal kişand ser pêvajoya atmosferî ya li pişt vê rewşê: "Polar Vortex (vortexa cemserî-pergala fişara nizm a li cemseran) bi gelemperî li cemseran dimîne.
Lê car caran germbûna ji nişka ve ya stratosferê ya li jora atmosferê vê hevsengiyê xera dike.
Dema stratosfer germ dibe, hewaya pir sar a di tebeqeyên jêr de ji cemseran ber bi derve ve diçe."
Dale diyar dike ku meyla vê hewaya sar a ku ber bi herêmên parzemînî (ne okyanusan) ve diçe, li Ewropa, Asya û Amerîkaya Bakur şert û mercên dijwar ên zivistanê diafirîne.
Her wiha, ew balê dikişîne ser bandora guherîna avhewayê ya li ser van pêvajoyên atmosferî.
Sala 2025an, piştî sala 1850î (dema destpêkirina qeydên cîhanî), bû sêyemîn sala herî germ, her du salên din ên herî germ 2024 û 2023 bûn.
Li gorî Birêvebiriya Neteweyî ya Okyanus û Atmosferê ya Amerîkayê (NOAA), pileya germiya meha Kanûna Pêşîn 1,05 pileyî li ser navînîya sedsala 20an bû.
Meha Kanûna Pêşîn a 2025an wekî pêncemîn Kanûna Pêşîn a herî germ a ji sala 1850î û bi vir ve hat qeydkirin.
Ji aliyê din ve, sala 2025an di warê rûberê berfê de li Nîvkureya Bakur bû sêyemîn sala ku herî kêm berf lê bariyaye.
