Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya Modayê ya Milanoyê îsal bi peyameke xurt a ku ji trendên sezonê wêdetir e dest pê kir.
Koleksiyona "Fashion for Freedom" (Moda ji bo Azadiyê), moda û fikra mafên mirovan û hevakriya di navbera gelan de gihandin hev.
Di çalakiyê de şandeya Kurd ji aliyê dîzaynera ciwan a 16 salî Melissa Nurê ve hat temsîlkirin.
Pira navbera Kurdistan û Îtalyayê
Nur damezrînera marka "Rojmi"yê ye. Navê markayê ji peyva "Roj" a Kurdî û "Mi"ya ku sembola Milanoyê ye pêk tê.
Bi vî navî armanc ew e ku pireke sembolîk di navbera Kurdistan û Îtalyayê de were avakirin.
Dîzaynera ciwan tekez kir ku ew dixwaze bi hebûna xwe "Roja Kurdistanê" veguhêze paytexta modayê ya Îtalyayê.
Fikra sereke ya defîleyê ew vegotina çanda Kurdî bû ku dibêje jin beriya rojê şiyar dibe û "rojê tîne dinyayê."
Peyama ku jin ronahî, zanîn û jiyanê li cîhanê belav dike, bû bingeha vegotina koleksiyonê.
Axaftina hestyar a profesora Kurd
Profesora Kurd Nurgul Çokgezîcya ku li UniUmaya Milanoyê kar dike, di çalakiyê de axivî.
Axaftina Çokgeziciyê ku derûnnas, pedagog û krîmînolog e, di salonê de bû sedema hestên kûr û demeke dirêj li çepikan hat xistin.
Nûnerên welatên ku şer lê heye û civakên cuda yên etnîkî beşdarî defîleyê bûn.
Beşdar li ser bingeha hevpar a azadî û diyalogê hatin cem hev.

Keziya wekî sembola berxwedanê
Sembola sereke ya koleksiyonê kezî bû.
Keziya ku yek ji sembolên dîrokî yên nasnameya jinê ye, van salên dawî li gelek cihan veguheriye sembola berxwedan û lêgerîna mafan.
Bi taybetî piştî bûyereke li Rojavayê Kurdistanê ev sembol bêhtir derket pêş.
Dîmenê çekdarekî cîhadî ku keziyê jineke Kurd a ku kuştibû wekî xenîmetê bilind kiribû, di raya giştî ya navneteweyî de rastî bertekeke mezin hatibû.
Vê bûyerê kezî veguherand sembola bîranîn û protestoyê.
Li podyuma Milanoyê keziyên welatên cuda di nav keziyeke mezin de hatin yekkirin û bi awayekî sembolîk bi keziya Îtalyaya mêvanperwer re hat temamkirin.
Di dîzaynan de cih ji rengên Kurdistanê re jî hat veqetandin.
Jîna Emînî û Pippa Bacca nehatin jibîrkirin
Hunermenda Îtalyayî Pippa Bacca di defîleyê de hat bibîranîn ku sala 2008an ji bo peyama aştiyê bide welatên şerlêbûyî bi kincê bûkê derketibû rê û li Tirkiyeyê hatibû kuştin.
Her wiha jina Kurd Jîna Emînî jî nehat jibîrkirin ku li Îranê di dema hatibû desteserkirin de canê xwe ji dest dabû.
Di çarçoveya çalakiyê de dîzaynera ciwan tekez kir ku her du jin jî veguherîne sembolên tundiya ku li ser beden û azadiya jinan tê meşandin.
Di axaftinan de banga piştevaniyê ya li dijî tundî, cudakarî û dûrxistina saziyî ya li hemberî jinan hat kirin.
Defîle bi dîmeneke kolektîf a çandên ku bêyî windakirina nasnameya xwe bi hev ve girêdayî ne bi dawî bû.
Hefteya Modayê ya Milanoyê ku bi piranî wekî bernameyeke stîl û bazarê tê dîtin, vê carê nîşan da ku moda di heman demê de dikare bibe wîjdan, bîranîn û pireke di navbera gelan de.