Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna derbarê Cemaeta Suleymanciyan de, Serokê Cemaetê Alîhan Kurîş jî di nav de 32 kes hatin girtin.
Her wiha 6 kes jî bi şertê kontrola dadî serbest hatin berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 13ê Tebaxê li hemberî Cemaeta Suleymanciyan lêpirsînek dabû destpêkirin.
Ev lêpirsîn bi îdiaya "spîkirina pereyan" hatiye destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Serokê Cemaetê Alîhan Kurîş jî di nav de 38 kes hatin desteserkirin.
Îfadeyên wan 38 kesan hatin wergirtin û ew bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulhê hatin kirin.
Dadgehê ji bo 32 kesan biryara girtinê û ji bo 6 kesan jî biryara kontrola dadî da.
Kî hatin girtin?
Dadgehê biryara girtina van kesan da:
Alîhan Kurîş, Fahrî Candemîr, Suleyman Kahraman, Recep Okumuşlar, Şeref Toprak, Mehmet Hîlmî Molla, Nezîh Murat Buyukgoze, Metîn Guder, Hîlmî Şenol, Suleyman Hîlmî Dînç, Yunus Aslan, Muharrem Hîlmî Akbulut, Mehmet Aksu, Muhammed Dag, Mehmet Bozpinar, Mehmet Akbacakoglu, Ahmet Şîmşek, Abdulkerîm Emrah, Îsa Çardak, Cevat Bagci, Zekî Altinel, Huseyîn Turker, Mehmet Kurban, Mehmet Tekîn, Mustafa Gokduman, Hamza Denîz, Kazim Per, Ahmet Ugur Pakcan, Ridvan Erdal, Zubeyr Ozcan, Hayrullah Usul û Muhammet Karakose.
Biryara zîndana malê
Dadgehê bi şertê "zîndana malê" biryara kontrola dadî ji bo van kesan jî da:
Yusuf Buyukgoze, Ahmet Gokçen, Omer Yilmaz, Ahmet Efe, Îsmaîl Hakki Akgun û Selman Suleyman Keşkekçî.



