Enqere (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê Tirkiyeyê Dr. Muhamed Hesen Hebîbulahzade li Enqereyê beşdarî panela navendeke nêzîkî Partiya Saadetê bû.
Hebîbulahzade berî ku derbasî nav salona panelê bibe bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê da.
Wî bi taybetî li ser Kurdên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê got, “Em hemû Îranî ne û dema êrişek çêdibe em hemû dibin yek.”
Hevgirtina neteweyî ya li Îranê
Balyozê Îranê yê Tirkiyeyê Dr. Muhamed Hesen Hebîbulahzade di dema beşdariya xwe ya di semînerekê de li Enqereyê li ser rola xelkê Îranê ya di dema şer de axivî.
Wî bi taybetî bi başî behsa Kurdan kir.
Balyozê Îranê diyar kir ku wan wekî xelkê Îranê bi hemû pêkhateyên xwe welatê xwe parastiye.
Dr. Muhamed Hesen Hebîbulahzade her wiha got, “Em hemû Îranî ne. Wekî Kurd, Ereb, Belûç, Fars, Lor û Tirk em wekî bira bi hev re ne.
Di nav welatê me de hevgirtineke neteweyî heye. Xelkê Îranê nîşan da ku di demên êrişê li ser welatê wan de ew bêhtir digihîjin hev û bi hêztir dibin.
