Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag bi tundî pêşniyara Serokê MHPyê Devlet Bahçelî rexne kir.
Devlet Bahçelî daxwaz kiribû ku Abdullah Ocalan bibe "Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê,"
Ozdag ev pêngav wekî encama "bazara bi PKKyê re" pênase kir.
Ozdeh her wiha bangî xelkê Tirkiyeyê kir ku li dijî pêvajoya çareseriyê derkevin.
"Dixwazin bazariyên xwe veşêrin"
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de li ser Abdullah Ocalan axivîbû.
Bahçelî ragihandibû, eger ji bo Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan valahiyeke statuyê hebe divê ev valahî di berjewendiya dewletê de were dagirtin.
Li gorî daxwaza Bahçelî divê navê wê statuyê bibe "Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê."
Lê gotin û pêşniyarên Bahçelî yên derbarê Ocalan de di nav siyaseta Tirkiyeyê de bertek li pey xwe anîn.
Partiya Ozdag partiyeke neteweperest e û ji destpêkê ve li dijî pêvajoyê ye.
Umît Ozdag di daxuyaniyekê de nerazîbûn nîşanî Bahçelî da û ew bi "têkdana ewlehiya niştimanî" tawanbar kir.
