Hewlêr (Rûdaw) - Gulderen Varliyê ji bo lêkolîna astengî û siyasetên li dijî zimanê Kurdî, li Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaza avakirina komîsyoneke lêkolînê kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê destnîşan kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayîkê û bikaranîna Kurdî ya di qada giştî de bibe xwedî garantiya yasayî.
Gulderen Varliyê, ji bo 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî derbarê zimanê Kurdî pêşniyareke lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Varliyê di pêşniyara xwe de bal kişand ser wê yekê ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye her wiha bingeha nasnameya çandî û hebûna civakî ye.
Varliyê her wiha diyar kir ku Kurdî bi salan e rûbirûyî siyasetên cihêkar dibe û divê ev rewş were guhertin.
"Kurmancî û Zazakî di bin metirsiyê de ne"
Gulderen Varliyê di hinceta pêşniyarê de da zanîn ku kovara Hawarê sala 1932yan zimanê Kurdî gihand asteke modern a nivîskî lê tevî derbasbûna bi dehan salan jî mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya ji bo Kurdên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nehatiye mîsogerkirin.
Varliyê bal kişand ser raporên UNESCOyê yên derbarê zimanê Kurdî û destnîşan kir ku zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) di lîsteya zimanên di bin metirsiyê de ne.
Parlamentera DEM Partiyê bal kişand ser binpêkirinên dawî yên li dijî zimanê Kurdî û da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê binpêkirin zêde dibin.
Wê wekî mînak êrişa li karkerên Kurd ên li Samsunê ku stranên Kurdî guhdar dikirin û dayîna cezayê 400 hezar lîreyî yê Komeleya Çand û Ziman ARSÎSAya li Wanê nîşan dan.
Varliyê her wiha bal kişand ser zextên li ser Amedsporê yên ji ber Kurdî zêde dibin.
