Enqere (Rûdaw) - Tirkiye hewl dide ku hilberîna xwe ya elektrîkê zêde bike ku yek ji wan projeyan jî zêdekirina elektrîka ji enerjiya ba ye.
Li gorî amarên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 406 santralên enerjiya ba hene.
Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide ku heta sala 2035an pişka elektrîka ku ji enerjiya ba tê hilberîn sê qatan zêdetir bike.
Li gorî amarên dawî yên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane derdora 362 milyon û 900 hezar megawatt elektrîk tê hilberîn.
Di nav vê qebareyê de jî derdora ji sedî 10,9 ji enerjiya ba tê hilberîn ku ew jî dike 39 milyon û 600 hezar megawatt.
Endezyarê Maxxen Energyê Mert Yilmaz li ser mijarê got:
"Roj bi roj pişka enerjiyên alternatîf li welatê me zêde dibe.
Ev yek ji bo kêmkirina kêmasiya budçeyê jî baş e.
Ji ber ku berê me zêdetir komir û gaz hawirde dikir û ev jî barekî giran bû li ser aborî û enflasyonê lê bi zêdebûna enerjiyên wekî ba û yên alternatîf barê aborî û bazara enerjiyê jî siviktir dibe."
Konferansa 15emîn a Enerjiya Ba
Îsal li Enqereyê jî bi beşdariya hevparên sektorê û di bin serperiştiya Wezareta Enerjiyê de Konferansa 15emîn a Enerjiya Ba hat lidarxistin.
Plana Tirkiyeyê ew e ku heta sala 2035an qebareya elektrîka ku ji enerjiya ba tê hilberîn bibe 120 milyon megawatt.
