Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê, ji bo salvegera biryara Doza Kobaniyê, li ber Girtîgeha Sincanê daxuyaniyek da.
DEM Partiyê di daxuyaniyê de bal kişand li ser rewşa girtiyên siyasî û pirsî:
"Eger armanc bi rastî aştî be, çima Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din hîn jî di girtîgehê de ne?"
Komîteya Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê bi beşdariya parlamenter, welatî û berpirsên saziyên civaka sivîl li ber Kampusa Girtîgeha Sincanê ya Enqereyê kom bû.
Ev daxuyanî di salvegera Doza Kobaniyê de hat dayîn ku di çarçoveya wê de tevî hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê hejmareke zêde ya siyasetmedarên Kurd girtî ne.
"Em daxwaza edaletê dikin"
Hevberdevkê Komîteya Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan da zanîn ku di vê dozê de siyasetmedarên Kurd ji tawanên giran ên wekî "kuştin û talankirinê" beraet kir û got:
“Hevalên me ji hemû wan sûcên giran beraet kir.
Ew kesên ku bi salan e li meydanên hilbijartinê hevalên me tawanbar dikirin, niha nabêjin me xeletî kiriye.
Tenê ji ber parvekirineke medyaya civakî ya partiyekê ceza li wan hat birîn.”
Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku di serdemekê de ku pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê ber bi qonaxeke nû ve diçin, berdewamiya vê girtina neheq nayê qebûlkirin û wan daxwaza edaletê kir.
"Doza tunekirina HDPyê"
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê jî diyar kir ku ev doz ji bo "tunekirina HDPyê" hatiye vekirin ku dengê nasnameyên cuda were birîn û anî ziman:
“Kesên dozê dişopînin dizanin ku ev pêvajo veguherî şkenceyê.
Mafê parastinê hat sînordarkirin û delîl nehatin komkirin.
Armanc tenê ew bû ku rê li ber bipêşketina miletê me bigirin û kumpasan ava bikin.”
