Stenbol (Rûdaw) - Mamosteyê Kurdî Yusuf Turan 8 sal in li benda tayînkirinê ye.
Mamoste Yusuf Turan ciwanekî 30 salî ye. Ew 8 sal in ku ji Beşa Mamostetiya Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê mezûn bûye.
Lê ew jî yek ji wan mamosteyên Kurdî ye ku ji ber kêmbûna kontenjanan nehatiye tayînkirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê tevî pêvajoya çareseriyê jî salane tenê 5-6 kontenjanan ji bo mamosteyên Kurdî vediqetîne.
Yusuf ji bo debara xwe bike wekî bi sedan hevalên xwe yên mamosteyên Kurdî ji neçariyê karekî din dike.
Divê Mamoste Yusuf li dibistanan zarokan fêrî zimanê Kurdî bike lê piştî ku mezûn dibe û nayê tayînkirin li dikana bavê xwe dest bi kar dike.
Hêviya mamosteyan ji pêvajoyê heye
Lê belê Mamoste Yusuf ji ber pêvajoyê bi hêvî ye.
Ew hêvî dike ku îsal kontenjanên mamosteyên Kurdî bên zêdekirin û ew û hevalên wî bên tayînkirin.
Her çi qas mamosteyên zimanê Kurdî yên netayînkirî dûrî dibistan û dersa Kurdî bin jî her xewn û xeyala wan mamostetî ye.
Ew dixwazin rojekê wekî mamosteyên Kurdî bên tayînkirin û dersa Kurdî bidin zarokan.
Loma jî ew ji aliyekî ve ji bo ezmûnê dixebite, ji aliyekî ve jî karê xwe yê rojane dike.
Mamosteyê Kurdî Yusuf Turan wiha behsa serpêhatiya xwe kir:
“Min sala 2014an li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê dest bi Beşa Çand û Zimanê Kurdî kir.
Ez sala 2018an mezûn bûm. Wê salê ez ketim ezmûna karmendiyê (KPSS).
Lê ji ber ku kontenjanên mamosteyên Kurdî kêm bûn û puanên wan gelekî bilind bûn ez bi ser neketim.
Paşê êdî ez neketim ezmûnan jî. Lê îsal ez bi hêvî me, loma min dîsa dest bi xebatê kir.
Dema em ji dersdayîna Kurdî û ji çalakiyên çand û hunerê dûr dimînin, bêgav em ji Kurdiyê jî dûr dikevin.
Em dixwazin ku rojekê berî rojekê wekî mamoste bên tayînkirin û li dibistanan zarokan fêrî Kurdiyê bikin.”
#VÎDEO - Mamosteyê zimanê Kurdî Yusuf Turan ji neçariyê karekî din dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 16, 2026
🎙 ❝Xewn û xeyalên me li ser mamostetiyê ne❞
🎙 ❝Ez nehatim tayînkirin û ji bo kar û xebatê hatim cem bavê xwe❞#Kurd #Kurdî #Kurdistan pic.twitter.com/yWn4qaArcc
