Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke ORCyê tevî biryara dûrxistina serokê giştî yê CHPyê, beşeke zêde ya dengdêrên wê partiyê dîsa jî dest ji partiya xwe bernedaye.
Şirketa ORCyê encamên rapirsiya ku di navbera 23 û 24ê Gulanê li 18 parêzgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kiriye belav kirin.
Du hezar û 160 kes beşdarî rapirsiyê bûne.
Piştî biryara "betalkirina kongreya 38an a CHPyê", meyla dengdêrên partiyê hatiye pîvan.
Li gorî encaman, piraniya dengderên CHPyê piştgiriya xwe ya ji partiyê re didomînin.
Helwesta dengdêrên CHPyê
Di rapirsiyê de ji beşdaran ev pirs hatiye kirin: "Biryara betalkirina mitleq dê çawa bandorê li tercîha we ya dengdanê bike?"
Ji sedî 84,3yê dengdêrên CHPyê diyar kiriye ku ew dê dîsa dengê xwe bidin partiya xwe.
Li hemberî vê yekê, ji sedî 6,7ê wan gotiye ku dibe ew berê xwe bidin partiyeke din.
Her wiha ji sedî 9ê wan jî gotiye ew hîn dudil in û biryara xwe nedane.
Encamên rapirsiyê nîşan didin ku piştî biryara dadgehê di nav alîgirên CHPyê de qutbûneke berbiçav çênebûye.
'Betalkirina mitleq' çi ye?
Ev têgeheke hiqûqî ye û ji bo pûçkirin an jî betalkirina temamî ya karekî yan jî rêkarekê tê bikaranîn.
Di dosyeya CHPyê de ev têgeh ji bo betalkirina kongreya 38an hat bikaranîn ku Ozgur Ozel tê de wekî serok hatibû hilbijartin.
Bi vê biryarê, Ozel û hemû biryarên ku wî dane ji aliyê qanûnî ve bêhukim dimînin.
Partî jî bi awayekî fermî radestî serokê berê Kemal Kiliçdaroglu tê kirin.
Dadgehê wekî hincet nîşan daye ku di kongreyê de "kirîna dengan" û "bi lîstokan guhertina encaman" çêbûye.
Piştgiriya ji bo Ozgur Ozel