Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku cara yekem di dîroka xwe de di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîze, li mala xwe Erzurumspor 3-0 têk bir.
Tîma kesk û sor bi vê serkeftinê di hefteya yekem de gihîşt lîdertiyê.
Amedspor cara yekem di dîroka xwe de di Lîga Super de têdikoşe û di maça pêşî de Erzurumspor FK kir mêhvan.
Maça ku saet 21:30î li Stadyuma Amedê dest pê kir, ji aliyê gelek rayedaran ve hat temaşekirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu û Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Îbrahîm Hacıosmanoglu li gel gelek parlamenter û nûnerên partiyên siyasî di trîbunê de cihê xwe girt.
Alîgirên ku hemû trîbunên stadyumê dagirtibûn, 90 xulekan bi sloganan piştgiriya tîma xwe kir û dirûşmên “Kî ne em? Kurd in em” bilind bûn.
Nîvê yekem bê gol bû
Erzurumsporê bi lez dest bi maçê kir. Fernando xuleka 2yan de gog şand nav toran lê piştî lêkolîna VARê hat eşkerekirin ku Fernando bi destê xwe li topê xistiye û gol hat betalkirin.
Di xulekên mayî de Amedspor zêdetir bû xwediyê topê.
Dia Saba xuleka 20î golek avêt lê ev gol jî ji ber ofsaytê nehat qebûlkirin û her du tîm bi wekheviya 0-0 çûn bêhnvedanê.
Ba û bahoza Saba
Amedsporê wekî ba û bahozê dest bi nîvê duyem kir.
Dia Saba xuleka 53yan de li nav qada ceza bi goleke klas tîma xwe 1-0 xist pêş.
Tîma kesk û sor piştî vê golê êrişên xwe zêde kirin. Saba xuleka 62yan de careke din tor hejandin û encam kir 2-0.
Amedspora ku bi serdestiya xwe maç dewam kir, xuleka 81ê bi gola Gokhan Gul ferq derxist 3yan.
Di maçê de ti golên din nehatin kirin û Amedsporê bi sê puanan silavek da Lîga Super.
Amedspor niha di Lîga Super de lîder e û hefteya yekem dê sibe bi lîstika Samsunspor û Goztepeyê temam bibe.


