Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Şaredara Arcadiayê
ya li eyaleta Californiayê ya Amerîkayê Eileen Wangê qebûl kiriye ku li ser
navê hikûmeta Çînê çalakiyên neqanûnî kirine û dev ji karê xwe berdaye.
Wangê meha nîsanê ew tohmet qebûl kir ku li ser navê
hikûmeta Çînê sîxuriya neqanûnî kiriye û dev ji kar berda.
Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Los Angelesê, Wang bi tohmeta
ku li ser navê hikûmeteke biyanî wekî "ajan" tevgeriyaye, li dadgeha
federal derket pêşberî dadwer.
Wang sala 2022yan wekî şaredara bajarê Arcadiayê yê ku
nifûsa wê 56 hezar e hatibû hilbijartin.
Ew niha bi 25 hezar
dolar kefalet hatiye berdan.
Li ser înternetê weşan kiriye
Wang bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku bêyî agahdarkirina
hikûmeta Amerîkayê, bi fermana rayedarên Çînî li ser înternetê naverokên ku
piştgiriyê didin îdareya Pekînê parve kirine.
Parêzerên Wangê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku
muwekîla wan cidiyeta tawanê qebûl dike û ji ber "xeletiyên xwe yên şexsî
yên berê" berpirsyariyê hildigire ser xwe.
Di belgeyên dadgehê de hûrgiliyên li ser wê yekê cih girt ku
Wang û sîxurê din ê bi navê Yaoning "Mike" Sun, ji sala 2020î heta
2022yan ji bo piştgiriya berjewendiyên Çînê li Amerîkayê xebatên propagandayê
kirine.
Di belgeyan de hat destnîşankirin ku van kesan malpera
nûçeyan a bi navê "US News Center" a ku ji bo Amerîkiyên bi eslê xwe
Çînî weşanê dike bi rê ve biriye.
