Hewlêr (Rûdaw) - Cem Ozdemîr di dengdana li Parlamentoya eyaleta Baden-Wurttembergê ya Almanyayê de wekî serokwezîrê yekemîn ê eyaletê yê bi eslê xwe ji Tirkiyeyê yê Almanyayê hat hilbijartin.
Cem Ozdemîr di parlamentoya ji 157 kursiyan pêk tê de 93 deng standin û wekî namzedê koalîsyona di navbera Partiya Keskan û CDUyê de bû serokwezîrê nû yê eyaletê.
Bi vê encamê re Ozdemîr, wekî siyasetmedarê yekemîn ê bi eslê xwe ji Tirkiyeyê yê ku derbasî serokatiya eyaletekê dibe derbasî dîrokê bû.
Peymana koalîsyonê û bernameya hikûmetê
Pêvajoya hilbijartinê, piştî ku Partiya Keskan di hilbijartinên eyaletê yên 8ê Adara 2026an de wekî partiya yekem derket, diyar bû.
Piştre dan û standinên koalîsyonê yên bi CDUyê re hatin temamkirin û her du partiyan li ser aborî, veguherîna pîşesaziyê û polîtîkayên avhewayê li hev kir û bernameya hikûmetê ava kir.
Ozdemîr wekî namzedê hevpar ê koalîsyonê di parlamentoyê de piraniya dengan bi dest xist û dest bi karê xwe kir.
Di bernameya hikûmeta nû de xurtkirina mezinbûna aboriyê, zêdekirina hêza pîşesaziyê û kêmkirina burokrasiyê ya di nav mijarên sereke de ne.
Li gel vê yekê, armanca ku eyalet heta sala 2040î bibe xwedî avhewayeke bêalî tê parastin.
Her wiha lezkirina pêvajoyên avakirina şirketan û reformên di qada perwerdeyê de jî di peymana koalîsyonê de balê dikişînin.
Lûtkeya kariyera siyasî
Serokwezîriya Cem Ozdemîr, di siyaseta Almanyayê de wekî xaleke werçerxanê ya sembolîk tê nirxandin.
Ozdemîrê ku wekî zarokê malbateke koçber a bi eslê xwe ji Tirkiyeyê di siyasetê de bilind bûye, him di kadroya serkirdayetiya Partiya Keskan de û him jî bi erkên ku di hikûmeta federal de hilgirtine ser milê xwe, demeke dirêj e di nav kesên naskirî yên siyaseta Almanyayê de cih digire.
Hatina wî ya ser birêvebiriya eyaleteke ku ji aliyê aborî ve xurt e wekî Baden-Wurttembergê, wekî lûtkeya vê kariyera wî tê dîtin.
Di nûçeya ku çavkaniya wê DW ye de hat destnîşankirin ku her çend Ozdemîr him li Almanyayê û him jî li Tirkiyeyê dem bi dem ji aliyê derdorên cuda ve were rexnekirin jî, bi taybetî li Baden-Wurttembergê bingeheke siyasî ya berfireh ava kiriye.
